Rodankek biçûk Li ser rojnemevaniya Kurdistanê

Siyamend Brahîm *

  Tu di sibehên xunavîn de li kolanên bajarên Kurdistana rengîn de hêdî hêdî ber bi pitrûkxanan ve diçî, belê ew kolanên ku ji nuh ve toza salên reş çirrandin, tariya rêjîma Sedamê peykerê herifandî, û  kevçika dilên van şeqaman kiskîn ên biçûk kêfxweş dibin, ev seqa ha pêşwazî te dibin, dilê te yê tî têr ava kuedistana rengîn dikin, lê çi tîbûne ku nava hinavê te diperritîne, bi ahenga van kovar û rojnemevanên li ber çavan raxistîne, bangeke hişrariyê li aşiq û evîndarên serdestiya li dar dixînin.
   Ezim şapek  ji şapên geşbûna rewşenbîrî ye, Kovar û rojname millên xwe dane cama tenik, bi dehan navnîşanên têvel ji xwendevanên xwe re dibêje û bi dengekî şîrîn dibêje : were vame ez ji nuh ve ez ji wan şevên reşî tarî rizgarbûme, werin ezim xatûna li ser toda paybûnê rûniştîme .
  Li ber vê dîmenê ha tu matmayî û bêteşe dimîne, navnîşanên têvel bi nazdarî ew kakilê mejiyê te dibe, çawa ?
Ji ber ku tu dikevî bin akama navnîşanên seretayî balkêşeke û xurt te dikşîne, belê îro rojnemevaniya Îraqî ya Erebî û ya Kurdistanî li jor, li seqa ezmanên fireh berz bûye, ew nameya ya xwe ya berz dibe, û rolla xwe ya aktîv dilîze, belê eger em hinekî li ser babeta rojnemevaniya di civakî kurdî de ku ew hîn gavên xwe yên pêşî di qiralgeha caran de davêje, ew ji roja rêjîma Sedamê peyker rizgarbû, rojnemevaniya kurdî nêzîkî erk û vateniyên xwe dibe, lê divê em li vir vegerin gotina serokê Emrîkî y; berê (Jefferson) ew dibêje: rojnemevanî baştirîn daçeka ji daçekên mejiyê mirov û pêşketina wî wekî mirovekî xwedan mejî, sinçî, û civakî. Erê tiştekî din jî heye ku rola rojnemevanî du erkên wê hene, mamostê zankoya (Sîrakoz ) ya Amrîkî beşê ronemevaniyê, Dr (Sipinsir) dibêje: di avakirina şaristaniyê de Cihê rojnemrvaniyê û ekama wê di kîjan welatê de li ser du beşên berpirsyar  radiwestin, berpirsyariya gel û berpirsyariya rojnemevaniyê bi xwe, û ew wisan berdewam dike û dibêje: divête ew bi erkê xwe  li ser parastina azadiyê ji rojnemevaniyê re,  belê divê ew rê bide bi serbestî ku Rojnemevanî hertiştên xwe bê bend û kemend belav bike, belê belav kirina her tiştê ku ji komela re pêweste û giringe, helbet belavkirina van nûçe û babetên têvel(neyeksan) ango nûçeyên navxweyî, cîhanî, an netewe ji bi rengekî ku kes nikaribe li ber vî karî rawest.
Û bê guman ew çavnêriya li ser karê rojnemegariyê dihêle ku baweriyê gel bi vê rojnemevaniyê qels bibe û bi rolla xwe ya aktîv ranebe, û ev tiştên han jî di pêşerojê de xuya dike.”
Belê kar û barê rojnemevaniya rizgarkirina civatê ji gelek bendên têvel û rastkirina ew kêmasî û tiştê xirab ji alî hêzên serdest rexne bike û bi tenikbûn û berpirsyarê li ber ev gendeliya ku li kurdistanê çê dibe li ber rawstin û bi erkên xwe rabin, li vir rojnemevanî vatiniyên wê ne ku pesnê hukumetê bide, lê divê ew wekî çavên dîdarên pêşketina karê xuhremendên  
Lê em ji xwe bipirsin gelo asta rojnemevaniya li kurdistana Îraqê dighê asta rojnemevaniya Lubnan an Kuwêtê?
Gelo yekî rojnemevan çêla gendeliyê li ser asta bilind bikî, û dongiya wî çibe?
Niha li Kurdistanê Îraqê 730 kovar û rojname bi zimanê kurdî Erebî, Turkî, Asûrî derdikevî, û tiştekî qenc û hêja ku wezareta rewşenbîrî alkarî dida her kovareke an jî rojnameyeke ku berdewame dibe, lê divê ekama wê li ser van kovaran tune bû û gef û goyên partîtiyê tunebe!!
lê pêşketina ha tu nikarin bêjî asta azadiya rojnemevaniya dighê asta azadiyê li welatekî wekî Lubnanê, ku rojname rexna berpirsyarê mezin li ser ev gendeliya ha ku li Kurdistanê çêbûye û cendekê hukumetê dixurrimîne(yenhet), lê tiştekî din jî heye ku serdestiya herdû partiya li ser rojnamevaniyê xurte lewra kovarên wan bi xwe pêşnakeve?
Li vir divê rola sendekaya Kurdistana xurt be û nekeve bin akama partiyên Kurdistanê an jî têkevin bin siya Parlemana Kurdî ku pirraniya endamên wê ji herdû partiyane.    

——-

*Xwediyê kovara ASO li Sûryê
Endamê sendekaya rojnemevanên Kurdistana Îraqê ye
Endamê tevgera helbesta cîhanî ye

siyamendbrahim@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….