BEHÎNAME

M.Qasim û simînerek li ser (pirsgirêka têkildariyê di navbera kurd û misilmantiyê de)

  bi amadebûna jimarek ji nivîskar û dîroknas û pisporên di warê ayînê de ,nivîskar û perwerdekarê navdar mamosta Mihemed Qasim (Kurê Cızîrê) li koçka gulana çandî mêvandarbû , piştî rawestandina hûrdemeke bê deng li ser giyanê pakrewanên azadiyê (şehîdên newrozê li qamişlo)

Şevbêrk bi mijara (pirsgirêka têkildariyê di navbera kurd û misilmantiyê de) dest pêkir
Di simînarê de kurê Cizîrê anî ziman kurdên netewperest di bêjin kurd bi şûr û darê zorê bûn misirman lê li gor nêrîn û boçûnên min û bi teqezkirina D.Azad Ehmed di govara diyalogê (elhîwar) de û gelek nivîskarên dî kurda misirmantî bê şer û şûr pejirandiye , û di lêvegera pirseke bi vî rengî : gelo çima kurd bûne misirman ji misirmana bêtir û bûne markisî ji markis bêtir û miletên misirman teva dewletên xwe avakirin ji bilî kurda … eger çi ne ?
Rêzdar m.qasim bersiv wiha bi kurtayî da : di pêvajoya dîrokê de kurda kesayetiya xwe ya netewî ava nekirin û ev li cem lêkolîneran pirsgirêkeke di cihê aloziyê de ye , ji vê egerê û egerne dî pêwîste ku lêkolînerên kurd van alozî û arîşeyan berçav û çareser bikin da ku paşerojeke xweş û şad ji gelê kurd re diyar bi be , û di lêvegera pirsa erebîtî di misirmaniyetê de û bandora wê ya ziyander li ser neteweyên dî yên misirman , bi rêz M.Qasim bersiv da û got : ehmedê xanê çîroka mem û zîn û helbestên xwe tev bi kurdî di afirandin û kesî jê re ne di go tu çima wilo di kê ? , û navê zarokên min tev bi kurdî ne , lê bi rastî ereba bi hişê xwe yê êlperestî misirmantî di kirin , ji encama wa kiryaran ziyaneke ne baş gihandin misirmantiyê û neteweyên dî bi teybetî miletê kurd.
   piştî gengeşeke dirêj li ser mijarê mamosta m.qasim teqezkir li ser pêwîstiya peydabûna zimanê diyalogî di dan û standinê de û giringiya rêzgirtinê ji nêrîn û boçûn û baweriyên hemî mirovan re . 

Girkê-legê : çarşem 26/3/2008 ê z : 
amadekirin:
gulana çandî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…