Zimanê Kurdî yê Standard û Zimanên dîtir

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha jî miletek bi tena xwe najî û ji ber vê yekê em dibêjin ku zimanekî 100% standard be tiştekî nîgaş e.

Ereban ji bo derî li ber evê gumanê bigirin, belav dikirin ku zimanê erebî zimanekî standard e û tayekî biyanî di nav de tune ye û zimanê Erebî ji ba Xweda standard hatiye ji bo kesek li ser ew gotinên ku di Qur’anê de hatine nivisîn mîna (Istebreq. Cûdî . Ibrahîm “Abraham”. Israfêl . Cibra’êl û hwd jî nebêjin ne erebî ne, lewra biryarek danîn ku zimanê wan zimanekî standard e û guman 1% ji sedî jî tune ye.

Bi rastî ewan zimanê erebî yê ku ew jê re dibêjin standard e ji hemû zimanê miletê ku bi wan re dijiyan danehev û dizanîbûn ku her miletek xwediyê dema xwe ye, û piştî dem û serdem biborin û nexşeyên siyasî, olî, serdemî binexşin, kesek nikare ji wan re bibêje ku zimanê we ne zelal e yan we zimanê xwe ji zimanê hemû miletên derdorî xwe wergirtiye.

Romî (Turko) jî mîna wan kirin û zimanê xwe ji hemû zimanê miletên ku bi wan re pêkvejiyan dikirin mîna Kurd, Ermen, Ereb û bi taybet bisaya şûngirîtiya (Xîlafeta) Islamî  wergirtin û zimanekî standard û rêzimaneke taybet ji xwe re çêkirin bêyî ku ji miletên derdorî xwe şerm yan fedî bikin. Û anha xwe vedidin û diperixînin ku ziman û rêzimana wan cihê xwe girtiye û kesek nikare wan bipirsîne. Û her wiha dem dema xurta ye û dîrok û avakirina zimanekî standard deshilatdarên xurt dinivîsin.

Di derbarê standarkirina zimanê Kurdî de, em gerekî hevdaneke hevbeş in, ku ji hemû zaravan pêkbêt û baş li ser rawestin û girêdanek mayînde avabikin û ji hemû zaravan têgînên hevpar bidin hev û bêjeyên ku koka wan resen in hilbijêrin ku rêzimaneke sepandî û nivîsek yekbûyî were bikaranîn û komelgeheke zimanî li seranserî Kurdistanê ava bibe.

Lê pirsgirêkek ji bo Standarekirina ziman Kurdî heye:

Wekî ku hertim tê ser ziman, gelek pêşbirkî di navbera zaravina de peyda dibin, pêwîste ku bi taybet ev xala hestiyar û bi awayekî berpirs were ronîkirin û ji ewan zaravan têgînên berhiş û ligorî serdema nûjen werin hilbijartin, daku komelgeheke giştî ava bibe û  biryarek vebir ji aliyê lêvegera Kurdî ya siyasî ya samdar, derkeve ku bibe fermaneke pîrozdar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…