MA HÛN KURD IN? (KURDEKÎ JI QEFQASYA).. Diyarî ji bo Mehdî Mutlu

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

       û bi devekî vekirî

                   mîna şikefteke efsûnî

                               ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

       û xwe avêt himêza çîroka mim.

 

Ji dûr ve em dîtin

       Kamera û amûrêm wênekêşanê bi me re;

                               Amûrên rizgarkirina ji jibîrkirinê.

Veciniqî.. çavan di serî de lîstin

Tirs jê difûriya

       Di dil wî de em esker in!.

Em bi kurdî axivîn

Bayê kurdiya me ew kalemêr hejand

Xwe ber bi me ve çemkir û got:

“Hûn kurd in?!

Ma kurd qirr nebûne?! Stalîn dawiya wan neaniye?!”

Mîna ku ne ji me bipirse

       Wî ji serdemê dipirsî

       Ji dîrokê dipirsî

                   Dîroka ku bi bîrdanka wî re xayintî kiribû

       Ji goristanan dipirsî

                   Goristanên ku nekarîbûn hemî navan daqurtînin

Me gotê: Belê mamo em Kurd in..

Borrîn pê ket û giriya..

Weke darên ku piştî dirêjdemekê kokên xwe bibînin, giriya

Weke ronahiyeke vebîne ku ew rastiyeke ne xeyal e, giriya

Me got: Negrî mamo! Negrî!

Bi kenogirî got:

Ji min weyê ez dawîtirîn kes im bi kurdî diaxive

Dawîtirîn kes im kurdî bibîr tînim

Dawîtirîn kes im ku Kurd dîtine beriya ku ji nexşeyê koç bikin.

Dema min hûn dîtin

       Amûr bi we re

       Mîna eskeran

       Mîna reşikên şevê ku ji serdemin din hatibin..

Ew kurdiya ku min ew di sênga xwe de

                   mîna termekî nehêjabe li ser bigirîm

                               ji heftî salî ve bingor kiribe

 Çaxê hûn bi kurdî axivîn

       devê min jihev ma

                   da zanibim gelo rast e hê ez sax im!

                                           gelo guhê min ne şaş dibihîze!

Dema min ji we pirsî: Ma hûn Kurd in?

Min bi riya we li xewneke kevnar dipirsî

Min li dayikeke ku ji sedsalan ve li derî nedabe dipirsî..

“Erê”ya we tiştek di nava min şikand

                   tiştekî min digot xurt û bihêz e

                               lê pûç û xav derket

                               mîna dengekî li ber bahozê here..

Ez digirîm ne ji ber ku hûn sax in mamo!

Ez digirîm ji ber ku hîna ez ne mirime..

Ez digirîm ji ber ku ew zimanê min bingor kiribû

       vaye li himberî min radibe ser xwe

                   dimeşe

                   diaxive

                   wênwyan dikşîne….

Li ser wan kesan digirîm

       Ewên ku çûn û ev deng nebihîstin

       Ewên ji wan weyê Kurd qirr bûne

Ez digirîm

       Ne ji ber ku tenê me

Na.. na

Ez digirîm

       Ji ber ku jibîrkirin ne

                                           Serkeftin e.. mamo

                                           Ne serkeftin e.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…