Bersiva Min ji Romannivîsê Laleş Qaso re

Konê Reş

  Di roja 16/7/2025 de romannivîsê Kurd Laleş Qaso ev gotin bo min nivîsand:

(Ev jî xortaniya min û Konê Reş e.. Ez û Kon ji herdu rehan ve digihên hev. Kon li Binxetê û ez jî li Serxetê çêbûme. Lê ez ne ditebitîm, ez her li Binxetan û li vir û wir bûm! Kon îcar îro li Serxetê ez ê bi du ristan rewşê ji te re rave bikim, û tu jî ji hev vejenîne!

Ne ronîk bi şewq, ne rêberkî baş

Çarhawêr me hirç, wawîk, gur û wahş

Şev reş e tarî, em tev mane şaş

Heware hewar em dimrin belaş!

We got serxwebûn, em tev bûn dilxwaz

We got çekdarî, em bûn leşger, baz

Me kujt û wan kujt, xwîn bilind bû gaz

Heware hewar em dimrin belaş!).

  Di roja 17/7/2025an de min ev bersiv lê vegerand:

Bersiva min ji romannivîsê Kurd (Laleş Qaso) re: Tevî ku bi tenê dor 3 km di navbera gundê min (Doda), li Binxetê û gundê te (Zorava), li Serxetê heye, lê me hev nedidît.. Xeta sînorê bi mayîn û têldrî ew derfet nedida ku em hev bibînin û nas bikin..  Me ji xizm û mirovan navê hev dibihîst.. Di sala 1980î de, bi qaçaxî hat Qamişlo, ji nû me hev dît.. Di wê hatinê de wî dîwana (Kîme Ez?), ya seydayê Cegerxwîn ji cem min bir û çû.. Paşê, me bihîst ku hatiye girtin û di zindana Diyarbekirê de tê êşkencekirin.. Û sal derbas dibûn.. Di sala 1988an de ez û herdû apên xwe, çûn Serxetê/ gundê Zorava, şûna xalê me Abdulkirîmê Qaso.. Di wê çûnê de, şerekî mezin li çiyayê Bagokê rûda û du kurxalên me ji mala Qaso hatin kuştin.. Jixwe ez qala Fêsel (Egît) û mêraniya wî nakim.. Hem jî çîroka kuştina wan xortên mala Qaso di keleha Şiqêfê de li başûrê Libnanê nabêjim.. Erê, sal derbas dibûn û Laleş di zindana Amedê de li berxwe dida.. Ji mêranî nediket.. Kul, êş û janên welatê xwe dadiqurtandin.. Piştî salên dirêj ji zindanê reha bû.. Di Swêdê re derket û dest bi hunandina kul û janên welat û welatiyên xwe kir.. Bi zimanê şivan û gavanên Bûblan û Omeriyan çîroka Zindana Diyarbekirê ji nifşên nûhatî re got.. Bersiva min jî wilo hat:

Zor e  vejînim Şahidê rewşê!

Tu bû yê gerand govend li hewşê

Tu bû yê naskir xapa dîlanê

Tu bû yê danî salên zindanê

“Sê Şev û Sê Roj” xelas nabin kul

Bi hêvî me nû geş bibin sorgul..

Konê Reş/ Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…