Silavek Wefadarî ji bo Ehmedê Huseynî!

Konê Reş

Ehmedê Huseynî, yê ku ez wî ji sala 1985an ve nas dikim.. ji bîranîna yeksaliya koçkirina Seydayê Cegerxwîn ve.. Min û wî bi hev re beşdarî di wê bîranînê de kir.. Anku dostaniya min û wê li 40 salî vedigere.. Ji 40 salî ve wî dişopînim; helbestên wî dixwînim, çalakiyên wî dibînim.. Di encam de, ez wî mîna Selîm Berekatê Kurdî nas dikim, mîna (Şêxê Helbesta Kurdî) a nûjen û bi mirîd û sofî dibînim.. Ji rexekî din ve gelo çenda wek wî Ewropa xweş li paş xwe hiştiye û hatiye nav vê qerebalixa me..? Çenda wek wî, di van salên dawî de, li Qamişlo ji dil û can xizmeta ziman û rewşenbîriya Kurdî kiriye? Di van salên dawî de, bi sehkirina ku helbestvanê gewre Ehmedê Huseynî ji ber tenduristiya xwe çûye Ewropa, Qamişlo, Amûdê û HRRKê, li ber çavên min reş bûn, bûn wek vê Bihara Beriya Mêrdînê ya îsal bê gul û kulîlk..! Û hişt ku ez hawar û hêviyên xwe ji ocaxên mala (Bavê Kal) re pêşkêş dikim, ji wan hêvî û rece bikim ku Şêxê Helbesta Kurmancî bi tenduristiyeke çak li me vegerîne.. Di nav ponijandina di rewşa wî de, ev gotin hatin ser zimanê min: Mêrdînê bi minare ye.. Amûdê bi sîneme ye.. Nisêbînê bi qijle ye.. Qamişlo di bin re ye.. Şêx Ehmed jê xewle ye.. reca min ji Xwedê heye.. vegere mala xwe ye.. bigre serê dîlanê û xweşke zimanê me ye.. li min.. li min.. li min.. li min şêxê mino..!

Qamişlo 28/5/2025

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…