Fewaz Ebdê
Wê:
Gopalê te
Xwe sipartiye deriyê perestgeha min a ku bi ronahiya pendê pijiyaye.
Çima tu giranbarên xwe li vir dihêlî?
Ma ji te weyê ku derî, bêyî bipirsin, ji her kesê ku dev ji êşa xwe berdidin re tên vekirin?
Wî:
Ey pendê!
Gopalê min ne giranbar e, bîrdank e.
Bîrdankeke darîn e şaşitiyên min dicû û li min vedigerîne.
Ma te negot ku pend di terkan de cih digire?
Û terkên vî depî ji sîberên wî bêhtir in.
Wê:
Lê ronahiya perestgeha min nikare siyan bicih bike.
Yê ku toza serdeman li ser pişta xwe hilgirtiye derbas nake.
Tu li bersivan digerî û ji pirsan pêve li ba min tune.
Wî:
Ma bersiv ne bendek e li qirika wateyê tê hev?
Bihêle ez pirsa xwe di axa zeviya te de biçînim
Heye ku jîndarekî bênav, bêdêm û bêtirs şîn bê.
Wê:
Tu sosret î xwediyê gopal!.
Tu tê ber dergehên min û
tu dizanî ku ez wan ji kesî re venakim
ji bilî ewê di ronahiyê de tê bişaftin.
Ji dil..
Ka bêje min tu li çi digerî?
Wî:
Ez li tiştekî nagerim.
Tenê dixwazim pistepista bêdengiyê bê min
dema bi ronahiya te re diaxive.
Ez bibînin ka çawa qelş di tariya perestgehê de direqisin.
Wê:
Xerîbo! Tu ne pendê dixwazî, tu xewnê dixwazî.
Û ta xewn nebe şebengek zelal û
bêyî ku şopê bihêle dîwaran derbas bike
xewn li vir qedexe ye.
Wî:
Lê ez şop im ser du nigan dimeşim
Û gopalê min vedenga gavên ku hîn min navêtine.
Wê: (bi surrealîzmeke nerm dikene)
Naxwe gopalê xwe li vir bihêle da ez bibim cihê ku lingên te negihênê.
Heye ku rojekê tu nas bikî ku pend ne derî ye û ne jî ronahî ye…
lêbelê siyek e
tu bi kuve herî wê li pey te bê.
Wî: (digirnije)
Û ku ew sîber ez bi xwe bim?
(Pend di ronahiyeke seyr de nebedî dibe, mîna ku here ava û gopal li ber derî tenê dimîne… Kulîlkek li ser şîn tê ku kes navê wê nizane.)