Pîrozbahiya Min ji 25 Saliya Weşanxaneya AVESTA re

Konê Reş

  Ji mêj ve, ez pirtûkên weşanxaneya (Avesta) dişopînim û dixwînim, çend carekî ez û xwediyê wê mamoste Abdullah Keskîn bi hev re axifîne û me çend rojên xweş di festîvala Seydayê Cegerxwîn de sala 2008an li Hewlêrê bi hev re derbas kirine.. Herwiha min li wê hevpeyvîna bi navê (Pencemor) ya ku mamoste Kawa Emîn pê re kiriye guhdarî kiriye.. Anku ez pak serwextî kar û xebata wî me. Di van 25 salên dawî de û dikarim bibêjim ji berî 25 salan ve jî, ji heyamê weşandina wê hejmara (sêwî) ji rojnameya (Rojname) û rojnameya (Welat) ve wî nas dikim.

Ji çend salan ve her ku pirtûkek bi berhemên Bedirxaniyan di Avesta de tê weşandin, mîrzade Sînemxan Bedirxan min agahdar dike û ji min re dişîne û dibêje; Abdullah ev pirtûka bavê min an ev pirtûka mamê min jî çap kiriye.. Hingî çendî kêfa min tê û bi wê kêfê re Mîr Celadet Bedirxan û (Kitêbxaneya Hawarê) têne bîra min.. Di baweriya min de, eger Kitêbxaneya Hawarê yekemîn weşanxaneye kurdî be, weşanxaneya Avesta berdewamiya wê ye. Ne wilo tenê, berdewamiya wan komeyeyên ku di destpêka çerxê dîstan de li Stenbolê hatine avakirin û kovar û rojnameyên pêşî weşandine wek komeleya (Hevkarî û Pêşketina Kurdî/ Kurd Teavun ve Tereqqî Cemiyetî) di sala 1908an de.. Roja îro weşanxaneya (Avesta) li Stenbolê nav û dengê Emîn Alî Bedirxan, Şêx Abdulqadirê Nehrî, Şerîf Paşa, Ehmed Zuelkefel, Omerê Cemîl Paşa û yên mayî ye..  Û hêviyên wan pêk tîne..
Hebûna vê weşanxaneyê û yên wek wê ku berhemên nivîskarên kurdan çap dikin, xweş piştgirî û navtêdane ji hezkirina zimanê kurdî re.. Erê Avesta pêşketgiriye ji zimanê kurdî re, dehifdane ku kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û ji zimanê xwe fedî nekin. Ji rexekî din ve, pirtûkên ku di vê weşanxaneyê çap dibin nameyeke ji biyaniyan re ku zimanê kurdî zimanê pexşanê ye jî, ne tenê zimanê helbestê ye û ne kêmî zimanê tirkî, erebî û farisî ye..
Di baweriya min de ev weşanxane bi temenê xwe, ji dirêjtirîn temene di nav weşanxaneyên kurdî de..
Tev astengî, kelem û dijwariyên ku di pêş xwediyê vê weşanxaneyê hatine danîn, çi li Amedê be û çi li Stenbolê be, ew bê hêvî nebûye û bi vîn û îradeyeke qewîn karê xwe berdewam kiriye û dike.. Ev yek ne tiştekî hêsan e, barekî zor giran e.. Ma çilo ew  nehêja ye pesin û şabaşiyê..
Belê normale ku şerê vê weşanxaneyê û xwediyê wê bibe..! Mane em kurd in..! Berî çend salan min bihîst ku pirtûkxaneya vê weşanxaneyê li Amedê hatiye şewitandin, min di dilê xwe de got normal e! û ev gotina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan hat bîra min: (Da ku tu kurdekî resen be, ew hunereke zor çetin û dijwar e).
Ez ji dil û can 25 saliya damezirandina weşanxaneya AVESTA pîroz û bimbarek dikim, berdewamiya wê hêviya min e û tenduristiyek çak ji kak Abdullah Keskîn re hêvî dikim.
Qamişlo 17/2/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…