Konê Reş
Ji mêj ve, ez pirtûkên weşanxaneya (Avesta) dişopînim û dixwînim, çend carekî ez û xwediyê wê mamoste Abdullah Keskîn bi hev re axifîne û me çend rojên xweş di festîvala Seydayê Cegerxwîn de sala 2008an li Hewlêrê bi hev re derbas kirine.. Herwiha min li wê hevpeyvîna bi navê (Pencemor) ya ku mamoste Kawa Emîn pê re kiriye guhdarî kiriye.. Anku ez pak serwextî kar û xebata wî me. Di van 25 salên dawî de û dikarim bibêjim ji berî 25 salan ve jî, ji heyamê weşandina wê hejmara (sêwî) ji rojnameya (Rojname) û rojnameya (Welat) ve wî nas dikim.
Hebûna vê weşanxaneyê û yên wek wê ku berhemên nivîskarên kurdan çap dikin, xweş piştgirî û navtêdane ji hezkirina zimanê kurdî re.. Erê Avesta pêşketgiriye ji zimanê kurdî re, dehifdane ku kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û ji zimanê xwe fedî nekin. Ji rexekî din ve, pirtûkên ku di vê weşanxaneyê çap dibin nameyeke ji biyaniyan re ku zimanê kurdî zimanê pexşanê ye jî, ne tenê zimanê helbestê ye û ne kêmî zimanê tirkî, erebî û farisî ye..
Di baweriya min de ev weşanxane bi temenê xwe, ji dirêjtirîn temene di nav weşanxaneyên kurdî de..
Tev astengî, kelem û dijwariyên ku di pêş xwediyê vê weşanxaneyê hatine danîn, çi li Amedê be û çi li Stenbolê be, ew bê hêvî nebûye û bi vîn û îradeyeke qewîn karê xwe berdewam kiriye û dike.. Ev yek ne tiştekî hêsan e, barekî zor giran e.. Ma çilo ew nehêja ye pesin û şabaşiyê..
Belê normale ku şerê vê weşanxaneyê û xwediyê wê bibe..! Mane em kurd in..! Berî çend salan min bihîst ku pirtûkxaneya vê weşanxaneyê li Amedê hatiye şewitandin, min di dilê xwe de got normal e! û ev gotina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan hat bîra min: (Da ku tu kurdekî resen be, ew hunereke zor çetin û dijwar e).
Ez ji dil û can 25 saliya damezirandina weşanxaneya AVESTA pîroz û bimbarek dikim, berdewamiya wê hêviya min e û tenduristiyek çak ji kak Abdullah Keskîn re hêvî dikim.
Qamişlo 17/2/2020

Şîrove (0)