Rêwiyo Xatir Nexwaze

Şiyar Silêman

Rêwiyo xatir nexwaze
Xembaro xatir nexwaze
Bila çavê me nankoran
Şev û rojan qet neraze

Civakek bê ser û ber e
Serfirazî ne gengaz e
Em şayistên vê rewşê ne
Çermê me wek yê beraz e
Ji serboran em hîn nabin
Bilindiyê ji me nexwaze
Rêwiyo xatir nexwaze
Pêncî salî te berhem dan
Beste û awazên ciwan
Tev hejarî û kul û derdan
Li ber avê me tev berdan
Rêwiyo xatir nexwaze
Keryê pez ê bê şivan in
Piraniya me nezan in
Nêçîra gur û dizan in
Wateya jînê nizanin
Rêwiyo xatir nexwaze
Şivanên me bêjimar in
Dijî hevdû her li kar in
Bê biryar û tar û mar in
Li gora dilê neyar in
Rêwiyo xatir nexwaze
Van qeşmeran em pîr kirin
Xwîna di damar tîr kirin
Bextê me reş wek qîr kirin
Bê ra û bê tevdîr kirin
Rêwiyo xatir nexwaze
Hunera te pir bilind e
Dê bimîne her di dil de
Roniya te mûm û find e
Gel bi te tim serbilind e
Rêwiyo xatir nexwaze
Vehêse dilsozo raz e
Huner bi te serfiraz e
Cihê te yê murxê baz e
Evîna te di dil saz e
Rêwiyo xatir nexwaze
26 /12/2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…