Şûjina di çavên xwede nabînin lê Derziya di çavên Xelkêde di bînin !

  Ebdilbaqî Çeto

Bê goman dema go min li wêneyên serdana birêz Serok Mesûdê Berzanî li Paytexta Kurdistana bakur li Amedê, di Telefizyonan de temașe kir, û nexasim dema go min ew Cil û Șașikên Kurdî li wî û li Hunermendê gelê kurd Șivan perwer û perlementara kurd Leyla Zana dîtin, û herwiha dema go di tenișta Serokwezîrê dewlta Tirkiyê birêz Erdoxan de, bi Zimanên Dayika xwe Zimanê Kurdî axivîn û li ser așîtiya gelan sitrandin,
hêrz û heyecanan ez girtim û berdam, lê xala go bala min bêtir kișand, û min ji xwe pirsî: gelo çima û bo çi dewlta Tirkiyê piștî dijminatiyeke dûr û dirêj bi gelê kurd re, ev derfet û ev fersende da xwe û da Kurdan, û bi teybetî di vê demêde ?
Çi kesê çavdêriyê di vê demê de li rewș û arîșa Kurdan bike, û pirsa gelê kurd li cem wan pêwîst û giring be, û di radya yekem de, ez vê pirsê ji kurdên bakur di kim, lê belê berî go ez bersiv û nerînên wan li ser berxwedanên Pêșmerge û gelîlayên go xwîna xwe di ber xaka welat de rijandin zanibim, ezê li gorî pisporê mantiqê herim, tê xuya kirin, êdî nema rojhilata navîn wek berê di mîne, û bi teybetî di herêmên Kurd û Tirk û Faris û Ereban de, û her wiha bo Welatên Mezin û giran wek Emerîka û Rûsiya û yekîtiya Ewropa jî, û hr kes êdî di bêje: nema ew pîlana “Saykispîko” pêk tê, û gereke pîlaneke nû were danîn, û eger guhertinek bo çareseriya rewșa kurdan çêbibe, wê tenê ne jibo kilê çavên kurdan be, lê belê wê jibona fêde û qizincên wan jî be, û nexasim fêde û qizincên dewlta Tirkiyê.
Gelê Kurd li Kurdistana Roj ava baș têde gihștiye, û gereke Kurdên bakur û bi teybetî berpirsên Partiya Karkerên Kurdistan jî, van guhertinên go çêdibin, li ber Çavên xwe deynin û dev ji “Aydiyolociya” (Ji bilî me tu Partî li Kurdistanê tune) berdin, û her wiha dev ji bercewendiyên xweyî șexsane jî berdin, û êdî wê Șûjina di Çavên xwede derxînin û li dîrokê vegerin, da  wê îxaneta mezinî go Rêcîma “Esed” li Sûriyê  di Sala 1998 an de, bi Serokê partiya wan re kirî bi bînin, û di gomana minde, eger Ocelan ji Zindanên Dewleta Tirkiyê bê berdan, wê destê Serok Berzanî û her kesê azadî û așitî xwaz têde hebe.

Di dawiyê de tenê di xwazim di Guhên piştvaniyên “Pkk” de bi hêdîka bêjim, Cudatiyke pir mezin di navbera sedemên Serdan Birêz Mesûdê Berzanî de li Amedê, û navbera wan Salên go Birêz Ocelan li Bajarokê “Qerdaha” mayî de heye ! yan naxwe bere ew Șûjin di Çavên wande be, ka bê Roj û demên tên çi ji Kurdan re veșartiye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…