Ebdilbaqî ÇetoÇi kesê çavdêriyê di vê demê de li rewș û arîșa Kurdan bike, û pirsa gelê kurd li cem wan pêwîst û giring be, û di radya yekem de, ez vê pirsê ji kurdên bakur di kim, lê belê berî go ez bersiv û nerînên wan li ser berxwedanên Pêșmerge û gelîlayên go xwîna xwe di ber xaka welat de rijandin zanibim, ezê li gorî pisporê mantiqê herim, tê xuya kirin, êdî nema rojhilata navîn wek berê di mîne, û bi teybetî di herêmên Kurd û Tirk û Faris û Ereban de, û her wiha bo Welatên Mezin û giran wek Emerîka û Rûsiya û yekîtiya Ewropa jî, û hr kes êdî di bêje: nema ew pîlana “Saykispîko” pêk tê, û gereke pîlaneke nû were danîn, û eger guhertinek bo çareseriya rewșa kurdan çêbibe, wê tenê ne jibo kilê çavên kurdan be, lê belê wê jibona fêde û qizincên wan jî be, û nexasim fêde û qizincên dewlta Tirkiyê.
Gelê Kurd li Kurdistana Roj ava baș têde gihștiye, û gereke Kurdên bakur û bi teybetî berpirsên Partiya Karkerên Kurdistan jî, van guhertinên go çêdibin, li ber Çavên xwe deynin û dev ji “Aydiyolociya” (Ji bilî me tu Partî li Kurdistanê tune) berdin, û her wiha dev ji bercewendiyên xweyî șexsane jî berdin, û êdî wê Șûjina di Çavên xwede derxînin û li dîrokê vegerin, da wê îxaneta mezinî go Rêcîma “Esed” li Sûriyê di Sala 1998 an de, bi Serokê partiya wan re kirî bi bînin, û di gomana minde, eger Ocelan ji Zindanên Dewleta Tirkiyê bê berdan, wê destê Serok Berzanî û her kesê azadî û așitî xwaz têde hebe.

Şîrove (0)