Parastina jinê di hişyariya wê de ye

LeylaSadûn – Dêrik

Raste rewşa jina kurd baştir û çêtir e ji rewşa jinên hawîrdorî xwe, û bi taybetî ji rewşa jina Ereb ya kudi nava rewşeke reş û tarî de dijî, û hê dest û hişê wê bi qeyîd û bendinasê girêdayî ye. Lê ev wê wateyên a dêku jina kurd di rewşeke pirgeştir û pêşketîtir de ye .

Ne veşartiye di civaka kurdî de zilam bi xwe alîkare bi jinê re, destên wê digire , daxwaza pêşveçûna jinê û berevaniya di ber mafê wê de dike.
 Ev axaftin û daxwaz gelekî tên dubarekirin û bihîstin . ji xwe hin mirov hene bi xurtî û bi pirbûn van gotinan didêrin , lê dema rastî li rastiyê dikeve ew mirov bi xwe dijî gotinên xwe derdikevin û berî her kesî di rûyê jinê û mafê wê de radiwestin .erê, gelekî dibêjin , lê li ser rûyê erdê li gotin û nerînên xwe xwedî dernakevin û wan napêjin .
Evrengên kes û mirovan pir di nava rêzên rêxistin û partiyan de têne dîtin . ew ditirsin ji jinê yan bi gotineke dî ew li ser jinê ditirsin, ji ber dibêjin jin dare şikestiye û lawaze ,û nikarê bixwe giraniya bare civakê û gotinên wê hilgire, ji ber baweriyê bi şiyanên jinê û hêza wê nayînin, ku jin jî wekî zilame. Raste hin tişt hene ku jin nikare bike yan zehmete pêrabe, lê dive ew bizanin ku jin jî dikare tiştina bike ku zilam nikare bike. Lê dive em bi hev re bigihin wê baweriyê ku herdu du alîne, her yek ji wan a yê dîtir temam dike, dema aliyek wendabibe, ne xwe kêmasî he ye û ew tişt çi be jî , ew sernakeve . wek çawe zilam xwe dîşiyan û hêze , wisa jî jin di alîn dî de xwedî hêze û dikare di gelek aliyan de serbikeve û serkeftinan bi dest xwe ve bigire .
Ji ber vê yekê jî dive zilam bighê wê baweriyê ku ne ewe yê ku dikarê jinê di civakê de xweşik bike û biparêze .
Parastina jinê di stûyê wê de ye, tenê ew berpirsyare di ber parastina xwe de û em dibînin ku parastina jinê bi hişyarkirin û zanînkirina wê ye, jiber dema jin hişyar û zana bibe ,wê ew xwe  bi hiş û mejiyê xwe bikare xwe biparêze .

Ne xwe bi kurtî em dikarin bêjin parastina jinê di şarezabûn û hişyariya wê de ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…