Hevalbendê DDKO-yê, Parêzer û Kurdê Anadoliya-navîn Cemal Beydogan Çû Dilovaniya Xwe..

Îbrahîm GUCLU

Roja 31. 08. 2007-an ji bo kurdên anadaoliya-navîn bû rojeke tarî, şîn û xemgîniyê. Lewra kurdên anadoluya-navîn, kesê mirovhez û dilfireh,  serokeşîr,  hevalbendê DDKO-yê, kurdekî xwezayî, parêzer Cemal Beydogan wenda kir.
Cemal Beydogan di 22-ê Sibata 1938-an de li Kirşehirê hate dinyayê. Dema ku min di sala 1967-an de dest bi zanîngeha hiquqê kir, ew di zanîngeha hiqûqê de xwendevanekî bi qidem/biemr bû. Herkesî ji wî re “axa-cemal” digot. Ew di maleke mezin û dewlemed de hatibû dinyayê. Ji bona vê ew kesekî ji aliyê pereserfifkirinê de destbelayî, xêrxwaz û palpişt bû.
Ew ne aktivîstekî kurdîtiyê bû, lê ew dilsozekî baş, piştgirekî gelek kêtûm, dilşewatî bû.
Wî piştî gelek salan zanîngeha hiqûqê di sala 1970-yî de qedand û li Kirşehirê dest bi parêzerî kir.  Ew di karûxebatên parêzerî de jî dihat hez kirin.
Ew dema beşdarî civatekê/cemaatekê  dibû, ew civata/cemaata bi henekên wî dikeliya, şên dibû. Herkesek bi beşdariya wî ya civatê/cemaatê şad dibû.
Ew, xwediyê ruhekî edebî bû. Ew şairekî mûtewazî bû û digot ku “ez ji bo xwe helbestan dinivîsim.” Ji bona ku mirovekî di nav xwe de aş bû, mirov ji helbestên wî  jî zewk hildianî.
Di sala 2005-an de bi navê “min gundê xwe bîrakiriye” pirtûkeke wî ya helbestê çap bû.
Min îro dema ku têlefonî hevjîna wî parêzer û hevala min a hêja Perîxanê kir, ew him gellek xemgîn bû û him jî gellek kêfxweş bû. Çimkî wê digot ku “nûha li taziya biramezinê te Cemal Axa şolen heye û her seetekê bi sedan kes beşdarî taziya wî dibin.”
Biramezinê me Cemal Beydogan layiqî ew helwest û şolenê ye.
Ez, beriya damezirandin û piştî damezirandina HAK-PARê çûm seredaniya wî. Ew gelek kêfxweş bû. Min bi wî re derfet dît ku careke din rojên bihurî, rewşa kurdên Kirşehirê, eşîretên Kirşehirê qise bikim. Min, di wan axiftinên wî de  careke din kûraniya zanyaria wî tespît kir, ez bi wî serbilind bûm.
Bila serê malbat û hevjîna wî, gelê kurd û dostên wî sax be. Kurdên Anadoluya-navîn û hemû kurd dê wî bîra nekin.

Amed, 01. 09. 2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...