Xizan Şîlan
ez
li feryad û fîxana deman
gerokê heyveroniya
xewnên te me
li baxê kelecana dilê xwe
şereba tiriyên
kefa destê te me
xewên şevên min
bêyî te tarûmar in
li temenê xwe yê wêran
tepînka kana madenê me
germahiya hezkirina dil
di gewriya min de
bû gilokek werisandî
min
lezeta lêvên te
di şewqa finda lerzok de kola
di rûkeniya te de girî
û di giriyê te de kenê xwe dît
li bejn û bala te
ya fîdanî
hest li ramûsanan şiyar dibin
ji kovaniya awirên te
bêhna gulsosinan tê
were
êşên giyanê min
li paşila pêlên lehiya xwe
siwar bike
bi rengê kenê şîn û narîn
li qolincên asoyê min
bialîne
şeweta kezeba min
bi hênikahiya
êvarên xwe
vemirîne
bi melûliya birûyên xwe
toza gula hinavên min
vemalîne
êdî peyv
li ser tirsa lêvan
hişk û ziwa bûn
xewn û xeyal
di kesera robaran de
xeniqîn
heyv
li bêkesiya min
stûxwar e
helbest
li tenetiya hilmgirtî
di axînan de
dinale
were
bêhntengî
bedbextî
û bêbaweriya min
di tîrêjên şefaqa
asîmana xwe de
biperçiqîne
bihelîne
û tune bike
2006-11-24
Stockholm