Helbest u Vidyo GULSOSINA MIN Nivîskar: welateme 2007-01-30 Parve bike Xizan Şîlan ez li feryad û fîxana deman gerokê heyveroniya xewnên te me li baxê kelecana dilê xwe şereba tiriyên kefa destê te me xewên şevên min bêyî te tarûmar in li temenê xwe yê wêran tepînka kana madenê me germahiya hezkirina dil di gewriya min de bû gilokek werisandî min lezeta lêvên te di şewqa finda lerzok de kola di rûkeniya te de girî û di giriyê te de kenê xwe dît li bejn û bala te ya fîdanî hest li ramûsanan şiyar dibin ji kovaniya awirên te bêhna gulsosinan tê were êşên giyanê min li paşila pêlên lehiya xwe siwar bike bi rengê kenê şîn û narîn li qolincên asoyê min bialîne şeweta kezeba min bi hênikahiya êvarên xwe vemirîne bi melûliya birûyên xwe toza gula hinavên min vemalîne êdî peyv li ser tirsa lêvan hişk û ziwa bûn xewn û xeyal di kesera robaran de xeniqîn heyv li bêkesiya min stûxwar e helbest li tenetiya hilmgirtî di axînan de dinale were bêhntengî bedbextî û bêbaweriya min di tîrêjên şefaqa asîmana xwe de biperçiqîne bihelîne û tune bike 2006-11-24 Stockholm Ev gotar bikêr bû? Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e Bikêr Ne bikêr 0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin(0 nirxandin) Şîrove (0) Şîroveya xwe binivîse Cancel replyNav E-mail Save my name, email, and website in this browser for the next time I comment. Şîroveya te
Gotar Konferansê «Kurdên Qefqasyayê» Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke… 2024-08-18
Lêkolîn Rola kovara Ronahî di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de xelek 17, ya dawiya lêkolînê ye Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo Stranên Kurmancî,pend û şîret di kovara (Ronahî )de Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedan folklor e û ewa… 2024-08-11
Nûçe ”Pênûsa Nû” hejmara 108an Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,… 2024-08-09
Helbest u Vidyo Celadet Bedir Xan Rewan Oso Ximav zêr bû nivîsand Me li ser riya wî şopand Şêr û mêr bû kurdî xwend ... Kurdî şêrîn ziman… 2026-10-12
Helbest u Vidyo Lİ BER DELAVÊN XEYALA TE Hozanê Girkundê Dilê min bûye, çemekî, ji girî Bi hêsiran Rûyê dûriya te, dişom! Li ber kendalên, xeyala te Kevala, hezkirina te… 2026-10-04
Helbest u Vidyo RÊBERO Ehmed Tahir Rêbero ma çi ji te kême ev qelsbûna te ji bo çiye kurd dibêjin ê xwe bike ga divê cot… 2026-10-04
Şîrove (0)