Çima bi zimanê kurdî na nivîsim? parçê (2)ê

M.Qasim “k.cezîrê
m.qibnjezire@hotmail.com

Belkî  weke  gelek kesên bi zimanê kurdî di nivîsin, ez jî dikarim bi nivîsim, belê bi zimanê  erebî  bihtir dikarim karim bi nivîsim bi xurtî
Raman ,hest, pêşinyar, u her daxwazên  xwe bi gehînim xwendevana  bi zelalî .
Ji aliyekî din ve, nivîsên bi zimanê erebî di gehin xwendevanê  kurd jî u kesên ku bizimanê erebî jî di xwînin

mafê xwe u miletê xwe bi wan didin nasîn. Belkî ev karekî bê mefa ye…!  ne
Bi hêvîme dan u standina ku dem jime dixwê li ser v î babetî,  raweste u her kes ligora karîna xwe, yan jî dîtina xwe bi nivîse, madem nivîsa wî ji mafê miletê wîre bi mefa ye. U ta ku ji cihanî re jî be.didawîde  em di hundurê cîhanîde di jîn,gel hemû mirovayetiyê.
Belê ji bîrnakim ku bibêjim:
Kesê bikaribe bi zimanê dayik bi nivîse bi hostayî u têgeheştin  bi karekî ciwan radibe. ez  karê wî giranbuha dibînim, u spasiyê jî, jêre dişînim her.
 Belkî hinekî di hesedim wî jî (heseduxibte) weke pêxember – selwat lê bin- di bêje.
Birano…hevalno…her kesê dilşewat…
Bi dilovanî têbîniyê xwe div î babetî de raber we dikim
Ti  armancê ezîtîyê  bi dude nînin. ( bi zarvê xerbiyan) tu armanc bi dude tunnene
bi ser ku peyva (tunne) li her deverî u zaravî  bikartê.
Bang u têbînî tenê jibo bi rêz li hev binêrin, u demê xwe ne bi bihûrênin di danustandineka bê mefa de.
 Her kes bila xwe bi sipêrê dîrokê, ewê di derhq wî de bi  bêjê.ka kiryar  gihane çi radeyî  ji jêhatinê.u ji mefadanê jî.
U hinekî bi rêz u hurmet li miletê xwe bi nêrin, bila ew li gor pîvana,  berheman bi de nasîn. çi kar bê… nivîs, siyaset…karê civakî… huner…u her bizav u karê din jî.
Gereke mirov guhdarê dengê milet bikê, ka çawa dibînê u pîvanê dike.
ji ber ku herkes dibêje: milet,xwendevan…  ewin yê ku dikarin rastîyê  u xeletîyê(şaşiyê) ji hev derxin …
ewin xwdiyê mafê ku bivî karî rabin.
Çuqas em pesnê xwe bidin ,yan bixwazin xwe bibînin divî radeyî de ,yan yekî din de, dawî gotin dimîne ji raya giştî re u ji dîrokêre.
U bazara  pirtûkan u govaran u gotaran jî didê nasîn ka heta bikû em roldikin di karê xwede…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…