Ragihandin Ji bo parastina aştiya cîhanê

Newafê Abdullah

Komîta Amadekar..
Xwişk û birayên beşdar..
Li dawiya sedsala 20an, ji ber sedemên pêşketina pîşesazî, bijîşkî û zanistiyê li cîhan, dawî li gelek nexweşiyên zarokan û hin cûreyên derdên bê derman hatiye. Xwarin û ava paqij a vexwarinê berdest û peyda bûye, û ji ber tunebûna programên birêkxistina malbat û civakê li deverên rojhilatê, nemaze li Asya û Afrîkayê, hejmara mirovan gihaye 7 milyar û 366 milyon î…
Ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê ji vê hejmara mezin a mirovan re, li Emerîka, Rûsya û dewletên rojava, bi hizaran fabrîqeyên mezin bi şev û rojê xebitîne û hê jî dixebitin, gelek dû, dûman û teniya reş a ziyankar berdidine atmosfera me, bax û daristananên mezin têne birrîn, ferehiyên keskiyê ji holê radibin û kêm dibin, jîngeha me ya pak gemar û genî dibe, tîna gogzemînê bilind dibe, sal bi sal erd û asman hişktir û ziwatir dibin û jêderên avê jî kêmtir dibin.
Ji hêleke din ve, rijêmên hov ên totalîter li gelek deverên cîhanê dest danîne ser semyana gel û welatên xwe, welatî birçî, tazî, nezan û xizan hiştine. Dergehên xwendinê li ber zarokan girtine, nezanî û nexweşiyên civakî yên wêranker belav bûne. Evê rewşa kambax, rê li pêş geşbûna nerînên nijadperest û hişkbawer dûz kiriye, nirx û pirensîpên mirovatiyê berepaş û têkbiriye, hiştiye ku mirov tenê li serê xwe bigere, haj rewş û pergala birayê xwe yê mirov nemîne!!…
Xwişkino, Birano..!!
Mixabin ku îro di siha ker-lalbûna civaka navnetewî de, li devera rojhilatê, hawîr pevçûn û şer e, xwîna mirovan li kolanên gund û bajaran bê şerm û bê fihêtî diherike, karbidestên hov, bi hemû çekên giran gel û welatên xwe dipelêxin, dişewitînin û agirê kîn, zikreşî û berberiyê di nav rêzên mirovan de gur û belav dikin. Dîsa mixabin ku îro, asta tund û tûjiyê pir bilind bûye. Bi kurtî, mirov dikare bibêje cîhana me ya îroîn li hemberî qeyran û astengiyeke sincî û aborî rû bi rû bûye, ew çareseriyeke zanistî navnetewî ya lezgîn dixwaze. Eger ev problem çareseriyê nebînin, berê cîhanê ser û ber li şer û pevçûnê ye, pêşeroja me hemiyan dikeve goman û tariyeke kûr a bê sînor..!!
Rola ragihandinê a ku îro mijara kongira we ye, ji bo parastina aştiya cîhanê roleke sereke ye çimku ew serdest e, tu sînor û dîwar li pêşiya wê tune ne, bi hêsanî û rengekî ji rengan derbasî her malekê bûye. Vêca, ji rêxistinên siyasî, komelên mafên mirov, rewşenbîr, pispor û aqilmendên cîhana me tê xwestin ku ew çanda mirovhezî, dadmendî û wekheviyê di alavên ragihandinê de li tevaya cîhanê belav bikin, şerxwaz û neyarên mirovatiyê, bazirganên şer û diktatoran şermear, rûreş û riswa bikin, mafên jin û zarokan biparêzin. Her wiha tê xwestin ku civaka navnetewî rêxistinên xwe bi rengekî nûjen saz bike, maf û azadiya gel, kêmnetew û rêolan biparêze û bingehên jiyaneke aştiyane û aram, jiyaneke bê xwîn û bê kuştina mirovan saz bike. Ta wê rojê:
-Xebat ji bo azadî, wekhevî û parastina aştiya cîhanê!.
-Pêşketin û serkeftin ji çanda mirovheziyê û hevgirtina gelan re!.
Û serkeftin ji kongireya we ya pîroz re.
……………………………….
Newafê Abdullah
Ji ber Desteya Kovara PIRSê ve
03.12.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…