Newafê AbdullahJi hêleke din ve, rijêmên hov ên totalîter li gelek deverên cîhanê dest danîne ser semyana gel û welatên xwe, welatî birçî, tazî, nezan û xizan hiştine. Dergehên xwendinê li ber zarokan girtine, nezanî û nexweşiyên civakî yên wêranker belav bûne. Evê rewşa kambax, rê li pêş geşbûna nerînên nijadperest û hişkbawer dûz kiriye, nirx û pirensîpên mirovatiyê berepaş û têkbiriye, hiştiye ku mirov tenê li serê xwe bigere, haj rewş û pergala birayê xwe yê mirov nemîne!!…
Xwişkino, Birano..!!
Mixabin ku îro di siha ker-lalbûna civaka navnetewî de, li devera rojhilatê, hawîr pevçûn û şer e, xwîna mirovan li kolanên gund û bajaran bê şerm û bê fihêtî diherike, karbidestên hov, bi hemû çekên giran gel û welatên xwe dipelêxin, dişewitînin û agirê kîn, zikreşî û berberiyê di nav rêzên mirovan de gur û belav dikin. Dîsa mixabin ku îro, asta tund û tûjiyê pir bilind bûye. Bi kurtî, mirov dikare bibêje cîhana me ya îroîn li hemberî qeyran û astengiyeke sincî û aborî rû bi rû bûye, ew çareseriyeke zanistî navnetewî ya lezgîn dixwaze. Eger ev problem çareseriyê nebînin, berê cîhanê ser û ber li şer û pevçûnê ye, pêşeroja me hemiyan dikeve goman û tariyeke kûr a bê sînor..!!
Rola ragihandinê a ku îro mijara kongira we ye, ji bo parastina aştiya cîhanê roleke sereke ye çimku ew serdest e, tu sînor û dîwar li pêşiya wê tune ne, bi hêsanî û rengekî ji rengan derbasî her malekê bûye. Vêca, ji rêxistinên siyasî, komelên mafên mirov, rewşenbîr, pispor û aqilmendên cîhana me tê xwestin ku ew çanda mirovhezî, dadmendî û wekheviyê di alavên ragihandinê de li tevaya cîhanê belav bikin, şerxwaz û neyarên mirovatiyê, bazirganên şer û diktatoran şermear, rûreş û riswa bikin, mafên jin û zarokan biparêzin. Her wiha tê xwestin ku civaka navnetewî rêxistinên xwe bi rengekî nûjen saz bike, maf û azadiya gel, kêmnetew û rêolan biparêze û bingehên jiyaneke aştiyane û aram, jiyaneke bê xwîn û bê kuştina mirovan saz bike. Ta wê rojê:
-Xebat ji bo azadî, wekhevî û parastina aştiya cîhanê!.
-Pêşketin û serkeftin ji çanda mirovheziyê û hevgirtina gelan re!.
Û serkeftin ji kongireya we ya pîroz re.
……………………………….
Newafê Abdullah
Ji ber Desteya Kovara PIRSê ve
03.12.2012

Şîrove (0)