Behmend xano
Gurên dev bi xwîn hatine ji dûr
Xwedanê ramanek pûç u çavkor
Li Ser xaka me cih danîne bi zor
Li me nêrîn bi çavê neyarên sor
êskencî u zindan bu karê hercar
Bi gezgeza nav me ketin bi harî
goştên laşê me di xwarin bi xavî
xwîna me tim di miştin bi arzanî
keda me tim di xwarin bi hişkerî
hewar ji va dijminê bê hiş u serî
wêran kirin hemî gund u bajaran
bûn agirvjîn şiwetandin daristan
ziwakirin kanî u hişkirin gulîstan
Agir berdana dilên bav u dayikan
Dilên qîzik u xort u hemî kallan
şûnan wan tev bûya toz u dûman
qet neme dengê bilbil u kenaran
bêhna nêrgiz u şîlan u beybûnan
dengên saz u awaz u şadîmanan
hawar nirxa jîna me dibînin arzan
li xaka me konên reş hatin vedan
xelkên wê mirovên reş wek çilan
nav wan qet nebû serdarek dadvan
hişmendiytî her dem dûra ji wan
li çanda wan çanda korê kuştevan
digotin her eve narvîna van kurdan
go şahê mirinê bibe mêhvanê wan
go xweşiya jiyanê nebînin ti caran
kêf u şahîyan nekin bi sal u zeman
her bi girî u reşatî bi burînin jiyan
Armanca wan bixwin keda me
U bi bin xwedanê xak zêrîna me
Bi bin koleyê bê hest ser qada me
De em jibîrkin zarewe mafên me
pûçkin raman u bidizin dîroka me
Gelo ev çi kesin kesin pêjinkî bûn
Xwedanê kînek pirr reşmezin bûn
şêweyek regezperest u gendelî bûn
xwedanê yasayike sitemkarî bûn
dijî mirovê lawaz u sitembarî bûn
Hey gurên dev bi xwîn u koledar
dijminê aştîxwaz u biratî u şanîdar
dijminê wekhevî u azadî u gulbihar
emin qehremanê xwînmij u koledar
nevîyên barzan u kawayê hasinkar
Em kurd xwedanê hesta niştîman
em xwedanê şaristaneka sermiyan
şahinşahîyek pir kevnar u dadvan
tîrêja jiyane me her mîne ser çiyan
nişana me yan Kurdistan yan neman
– qamişlo
goştên laşê me di xwarin bi xavî
xwîna me tim di miştin bi arzanî
keda me tim di xwarin bi hişkerî
hewar ji va dijminê bê hiş u serî
wêran kirin hemî gund u bajaran
bûn agirvjîn şiwetandin daristan
ziwakirin kanî u hişkirin gulîstan
Agir berdana dilên bav u dayikan
Dilên qîzik u xort u hemî kallan
şûnan wan tev bûya toz u dûman
qet neme dengê bilbil u kenaran
bêhna nêrgiz u şîlan u beybûnan
dengên saz u awaz u şadîmanan
hawar nirxa jîna me dibînin arzan
li xaka me konên reş hatin vedan
xelkên wê mirovên reş wek çilan
nav wan qet nebû serdarek dadvan
hişmendiytî her dem dûra ji wan
li çanda wan çanda korê kuştevan
digotin her eve narvîna van kurdan
go şahê mirinê bibe mêhvanê wan
go xweşiya jiyanê nebînin ti caran
kêf u şahîyan nekin bi sal u zeman
her bi girî u reşatî bi burînin jiyan
Armanca wan bixwin keda me
U bi bin xwedanê xak zêrîna me
Bi bin koleyê bê hest ser qada me
De em jibîrkin zarewe mafên me
pûçkin raman u bidizin dîroka me
Gelo ev çi kesin kesin pêjinkî bûn
Xwedanê kînek pirr reşmezin bûn
şêweyek regezperest u gendelî bûn
xwedanê yasayike sitemkarî bûn
dijî mirovê lawaz u sitembarî bûn
Hey gurên dev bi xwîn u koledar
dijminê aştîxwaz u biratî u şanîdar
dijminê wekhevî u azadî u gulbihar
emin qehremanê xwînmij u koledar
nevîyên barzan u kawayê hasinkar
Em kurd xwedanê hesta niştîman
em xwedanê şaristaneka sermiyan
şahinşahîyek pir kevnar u dadvan
tîrêja jiyane me her mîne ser çiyan
nişana me yan Kurdistan yan neman
– qamişlo