PENABER


Salih Cango

Dema Dayik Rondikên xwe
Di Landika Hêvîyan de dilorînin
Û liber bayê Payîza Welat
Xewnên xwe di dêrin û dibarînin…!

Wê çaxê Evîna te …
Di Dilê minde hişyar dibê
Û ez liber Pêlên lehiya Hêsirên Dayikan bê Serî diçim
Welatê min…
Îro ji te dûrim
Weke Çûkekî çengo kirî di Zivistaneke tarîde
Bê Hêlîn mame…!
Lê ez bûme şivanek liber xewnên vegera xwe
Li himêza Axa tede
Ew Axa kû xewnên pakrewanan himêz dike…!
Ew xewnên kû di Landika şiyarya xwde wan dilorînim
Û bi germîya dilopên xwîna xwe wan di parêzim
Ji qirra tenêbûnê…!

AAAx …
Ji vê tenê bûnê …
Dema Perda tarîya xwe bi ser jiyana min de di weşînê
Asoyên hebûna min wendadibin
Sînor li Jiyana min teng dibin
Û riya min di laşê min de namênê
Wê çaxê qîrîna min di gewya minde bê deng dibê
Lê Vedenga qîrîna birînên Pakrewanan
Û lorîna Dayîkan
Bi ser Darbestên Zarokan Ê kû bûne nîşana Welatê min…!
Dîsa min hişyardikin û berê min didin Evîna te
Welatê min….
Hey Welatê di Cenga xwirtande Îro maye bê serî
Gelo…ma rojek heye kû li te vegerim Û tu bûbê bi sery…?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...