Çîrok

LÎSTOKA REWŞENÊ

Merwan Berekat

Carina dibezî, carina jî bi paş ve dizêvirî. Ji bang û qêrîna wî zimanê bangan lal dibû. Wî nizanîbû çi bûye, ne jî zanîbû kî maye..!!?
Li pêş malên bêderî û ji hilma birînên teze pelên darçinarê xwîndigriyan. Rehên dara yasemînê li beden û şaxên xwe digeriya.

Di navîna erd û zemîn de, dûmaneke xalîkî çavên demê kor kiribûn.
Diket.. radibû.. carina jî li solên xwe yên nîvşewitî vedikulimî, lê tirs ji wî direviya û her li ber xwe dida, ku kesekî bibîne û ji wî pirs bike, ku çi çê bûye..!?
Vedengên nalenalan, sîmfoniya giriyê şîrmijan û axînên nîvqurçî neynika aso tîk dikirin.
Ne berbang bû.. Ne sibe bû.. Na na; ne jî roj bû. Hemû tişt li dervî sînorên demê li xwe digeriyan.
Hin dîwar hilweşî bûn, û hin jî nîvherifî bûn, Lê gilîzê hovîtiyê ji wan dadirivî.
Dimeşî.. ew ne li riyan digeriya. Diket.. ew ne lawaz û bêvîn bû, lê her tiştek ne wek xwe bû, ne jî reşikên cavên wî tu wêne werdigirtin. Tenê.. carina tevleheviyê ew bi paş ve dizêvirand.
Wî destê xwe yê çepê dikir rêberê zikxuşka xwe, lê ji nişkê ve, lîstokekê destê wî rawestand. Ji wê bû, ku tiliyên çarsalî ne, û li wê digerin.
Wî bi hêdîka lîstok ber ve xwe kişand û bi coş maç kir. Ji wê maçkirinê lêvên wî sor bûn, û zimanê wî şor bû. 
Fêrmiskan lêv şuştin, lê zimanê wî zêdetir şor kirin.
Wî hêze xwe kir, ku rabe ser xwe, lê ew bi ser laşê kalemêrek, ku bedena wî bibû nexşeyek ji xwînê de ket. Axîneke giran û nalînek bi êş  perda guhên wî hejandin.
Wî ji kalemêr pirs kir: Çi çê bûye?
Kalemê bi dengekî giran got: Ev taxa me ye. Ev mala me bû. Ez li hevjîna xwe Gulê û li keça xwe Rewşena çarsalî digerim, belkî ew jî li min digerin, û belkî lîstoka Rewşenê jî, li me hersiyan digere…!!
Dema kalemêr wisa got.
Şiyêr bi hemî hêza dengê xwe bang kir..
Bavooooooo bavo!!!!!  Di bextê te de me; bavo…!!
Bêje min kanî dayka dilovan?????
Kanî Rewşena biçûk….???
– Loooo Şiyrê min. Ev tu yî ?
– Bavoooooo bavo.. !! Kanî rewşena biçûk ???
– Şiyarê min. Ev tu yî ?? Mala Xwedê ava be, ku tu hîn  heyî.
Şiyarê min..! bihêle ez têêêr te ramûsim. Ez te maç kim. Ez te hembêz kim. Bila ez ji dîtina te têr bibim.
Wî lêvên xwe yên dilovan dan ser dêmên Şiyêr, lê mixabin, ew tî miçiqîn û Şiyarê çardehsalî li ser sîngê bavê xwe bîr ve çû…!!  Li rex wan lîstok digriya û li Rewşenê digerî.

Efrîn : 05 . 06 . 2014

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…