«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (5)

Deham Ebdulfettah

Têgeha Demê di Navbera “Pêşeroj û Paşeroj” de …!

Di nav hemû mijarên zimanê Kurdî (Kurmancî) de mijarek weku vê mijara di nav destên me de , wiqasî giring , aloz û lihevketî nîne . Giringiya mijara me ne ji rol û nirxdariya naveroka wê tê , belkû ji giringiya çareserkirina kêşeya wê tê . Alozî û arîşeya mijarê jî , ne ji têgihiştin û netêgihiştina naveroka wê tê , lê ji wê helwesta ronakbîrên kurd û diyardeya navlêkirinên berevajî hev tê .

Em dizanin ku zimanê me demeke dirêj weku zimanê derbirîna devkî maye , bêyî ku derfeteke azadiyî li ber wî vebe û hebûna xwe ya nivîskî û pêşketina xwe ya şaristanî zanistî tê de bibîne . Ji ber vê rewşa dîrokî ya xirab gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda bûne , pêdivî ye ku em wan destnîşan bikin .
Ji wan arîşeyên ku xwe didin pêş , navê dema ayinde (duwaroj-musteqbel) e . Rewşenbîrên Kurd (Kurmanc) , nivîskar , rojnamevan û bêjerên radiyo û telefiziyonan derbarî navlêkirina dema ayinde bûne dû beş :
–  Beşê mezin ji rewşenbîrên “Bakur”û “Rojava”(Tirkî û Sûrî) peyva “pêşeroj“bo dema ayinde (musteqbel) dixebitînin  .
-Beşekî dîtir ji rewşenbîr û nivîskarên kurmancî- axêv peyva “paşeroj“bo dema (musteqbel) bikar tînin , li vê gorê ev her dû navên berevajî hev û dijwate “pêşeroj û paşeroj”di heman pêvajoyê de , li yek demê bûne , ku ew jî dema “ayinde”ye . Ev jî diyardeyeke seyr û balkêşe , nayê Pijirandin û di çi zimanî de jî nayê dîtin  . Li nik şarezayên Kurdan tenê û di rêzimana kurdî tenê de ev diyardeya bêrê peyda dibe ! Ev çawa dibe…?!
Bêguman , her beşek ji wan rewşenbîr û şarezayan ew navlêkirina ku pesend kiriye , bi hin eger û behaneyan daye pêş û baweriya xwe bi rastiya wê înaye (aniye)[1]  . Ez jî , weku hezkerekî zimanê kurdî , gotina “paşeroj”bi wateya dema ayinde dipejirînim û ji mêj ve jî , ez wê dixebitînim .
– Kesîn ku peyva “pêşeroj”bi wateya (musteqbel) bikar tînin dikevin şaşiyeke zanistî dema ku xwe dikin pîvanok û navên demê (hevalkaran)li xwe dipîvin , wek:
– Pêşeroj : Rojên li pêş me , yên ku hêj ne hatine pêşeroja me (rojên li pêşiya me) , anku (musteqbelê me)
-Paşeroj : Rojên li paş me , yên ku di ser me re
Buhirîne û li paş me mane , anku dema borî (mazî) .
Bi vê têgeha demê û li gora wê pîvana nedurist , hemû mînakên ronîker şirove dikin , wek :
-“Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li pêşiya mirov (yên musteqbel) nîvro , esir , muxrib û îşa ne .
Di esrê de êdî lêmêja muxrib û îşayê bi tenê li pêşiya mirov dimînin , yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhirîne , li paş mirov mane” [2] .
Dema ku mirov cara pêşîn vê mînakê dixwîne guman dike ku demên limêjên destnîşankirî rast û cîgirtî ne , lê ku mirov deqqa mînakê bi hûrbînî bixwîne dê bigihêje baweriyekê ku ew gumana destpêkê ne rast bû !
Şaşî , herî ew şaşiya pîvanê ye . Ne durist e ku em navekî razber (manewî) , wek navên demê li navekî heyber (madî) , wek mirov bipîvin  . Ya durist ew e , ku her navek di mînaka me de  , li cor û celebê xwe bê pîvan .Bi vê rêzika zaniestî gerek ew mînak bi vî şêweyê rast bê gotin:
-“Di berbanga sibehê de limêjên wê rojê , yên li (paşiya)(limêjasibehê) , (yên musteqbel) nîvro , esir , muxrib û  ,îşa ne . Di esrê de êdî limêja muxrib û îşayê bi tenê li (paşiya)(limêja esrê)dimînin yanî musteqbel in , lê limêja nîvro û sibehê buhir ,ne li (pêşiyalimêja esrê)(çûne) “.
Bi vê têgehê em dikarin demên limêjê di mînaka çûyî de bi vî şêweyî ronî bikin:
-Di berbangê de , her çar limêjên mayî (nîvro , esir , muxrib û îşa) li paşiya limêja sibehê mane (musteqbel) .
-Di esrê de , limêja muxrib û  îşayê li paş limêja esrê ne (musteqbel in) û limêja sibehê û nîvro li pêşiya limêja esrê buhirîne (borî) .
-Nuha ku em bibêjin , em di roja (sêşemê) de ne , paşeroja me wê roja (çarşemê)be , anku roja li paşiya roja me ,Pêşeroja me jî , wê (dûşem) be , anku roja li pêşiya roja me .
-Li gora vê ravekirinê em karin bibêjin : Pêşeroj : Rojên li pêş vê roja me çûne , ne ku hêj li pêş me ne (dema borî)  .

Paşeroj : Rojên li paş vê roja me mane , ne ku li paş me mane (dema ayinde) .
Bi vê wateyê , rojên li paş roja yekşemê dûşem , sêşem , çarşem in (paşeroj) ,
Ji hêla bêjesaziyê ve jî , ev her dû bêje “pêşeroj”û “paşeroj”lêkdayî ne û bi şêweyekî rast û durist sazbûne
Wek : – Gul + sor = gola sor
– Mêr + kal = mêrê kal
– Ba + reş = bayê reş
Bi pêşxistin û paşxistina nav û hevalnavan (rengdêran) :
–   Sor + gul = sorgul
–   Kal + mêr = kalmêr
–    Reş + ba = reşba
Bi egera sivikbûn û rewaniya bilêvkirinê navgira “e”dikeve navbera her du hêmanên hin gotinên lêkdayî
Wek : – Sorgul = sor-e- gul
– Kalmêr = kal-e-mêr
– Reşba = reş -e-ba
Li gora rewanbêjiya bilêvkirina bêjeyên lêkdayî ew navgir tê xebitandin , Anku , li gora sivikbûna bilêvkirinê navgira “e”bikar tê . Bo vê sedemê ev “e”dikeve nav her dû hêmanên hinek peyvên lêkdayî û nakeve nav hinan :
– Reş + ba = reşeba
– Pîr + jin = pîrejin
– Sor + gul = sorgul
– Kesk + sor = keskesor
– Xewn + roj = xewneroj
Bi wê pîvanê jî:
– Roj + pêş = roja pêş = pêş-e-roj
– Roj + paş = roja paş= paşe-e-roj
Ji hêla rêzimanî ve duriste ku “e”bikar bê , yan jî bikar neyê : – Jinbî = jinebî ( Li gora sivikbûna gotinê) .
Di ferhengên Kurdî de jî wateya gotina “paşeroj”, wekî ku em tê digihêjin , bi wateya dema ayinde (duwaroj) hatiye :
1-  Elî Seydo Goranî : “Ferhenga Kurdî Nûjen”[3]
(Kurdî-Erebî)
– Paşeroj : المستقبل (musteqbel)
2- Fadil Nizamiddîn : “Estêre Geşe”[4] , (Kurdî-Erebî)
– Paşeroj : مستقبل (musteqbel)
3- Mihemed Cemîl Seyda : “Ferhenga Jîn” [5]
(Kurdî-Erebî)
– Paşeroj : مستقبل (musteqbel)
4- Gêwê Mukriyanî : “Kurdistan”[6] (Kurdî-Kurdî)
– Paşeroj : Duwaroj (musteqbel)
– Paşeroj : Ayinde(musteqbel)
5- Hejar Mukriyanî: “Henbane Borîne”[7](Kurdî-Farisî)
– Paşeroj : Le we duwa , ayinde , rojanî dûwa
6- Selah Sadella : Ferhenga “Ingilîzî- Kurdî”[8]
– Future (musteqbel) : Dûwaroj , ayinde ,paşeroj .
7- D .Îzolî : Ferhenga “Kurdî – Tirk”.
– Paşeroj : Istiqbal (musteqbel) .

8- Ezîz Reşîd Eqrawî :
– “Rêbera Sêzimanî”[9]
(Kurdî -Erebî-Ingilîzî)
-Paşeroj : Ayinde ,dahatî (musteqbel)
9-Seyfiddîn Ehmed Ebdo : “Ronak”[10] (Kurdî-Erebî)
-Paşeroj : (musteqbel)
Berçav e , ku di van her neh ferhengên dinav destên me de gotina “paşeroj”bi wateya dema (musteqbel) hatiye ravekirin . Ji bilî ferhengan jî , gotina “paşeroj”di nav gel de , li hin gundên herêma Dêrika Hemko , bi wateya (musteqbel) , tê bihîstin , wek : “ka te çi ji paşeroja xwe re kiriye ?! “Anku , te çi ji dawiya temenê xwe re kiriye ?!
Piştî vê ronîkirinê em ê li hin gotinên gelêrî vegerin û wan , li gora wê pîvana ku me amaje pî kiribû , şirove bikin :
–   “Pêşiyên me”: Bav û bapîrên me yên ku di dema pêş vê dema me jiyane (dema borî) .
–  “Gotinên pêşiyan”: Gotinên wan kesên ku pêş vê serdema nuha jiyabûn (dema borî)  .
–  “pêş(5) salan ez li Wanê bûm : Berî (5) salan … (dema borî) .
–   “Nuha em ê şîvê bixun paşê em ê herin bajêr : Paş dema xwarina şîvê… . (dema ayinde /musteqbel)
– Paşîv / paş+şîvê : Xwarina dema paş dema şîvê ye .
Li gora dema şîvê dibe (musteqbel)
– Paşiyên me : Nevî û nevîçirkên me yên ku li paş vê dema me wê bên  .
Lê gotinên wek: “pêşveçûn ,paşketin ,pêşverû ,paşverû ,pêşniyaz ,pêşwazî” . …
Bêguman , pêjna demê (ne pêş û ne paş ) ji wan nayê . Ev gotin , li gora pêvajoya hevokên wan têgeha wateyên wan tê destnîşankirin . Anku , wateyên wan li gora cihên wan di hevokan de tên destnîşankirin , wekî ku em bibêjin :
1- Tu di xwendina xwe de pêşketî yî
(tu di xwendinê de biserketî yî û li pêş hevalan î )
2- Hûn mirovinî pêşverû ne  .
(hûn di hizir û ramanên xwe de li pêş civaka xwe ne)
3- Em çûn pêşwaziya Seydayê xwe  .
(bo rêz û rûmeta Seyda em çûn pêşiya wî/istiqbala wî)
4- Ev dara pêşiya me hişk dibe  .
(dara  ku cihê wê li pêş cihê me hiûk dibe)
5- Mala we li paş mizgeftê ye)
( cihê mala we li paş cihê mizgeftê ye)
6- Roja li pêşiya me çi roj e ?!
(roja li pêşiya vê roja me çi roj bû ?)
7- Roja li paş me çi roj e ?!
(roja li paş vê roja me wê çi roj be ?)
Her sê mînakên pêşîn pêjna demê ji wan
Nayê û wateya gotinên “pêşketî ,pêşverû û pêşwazî”li gora pêvajoya hevokên wan hatine .
Di herdû mînakên (4-5) ê de , bi duristî cih li cih hatiye pîvan . Di yên (6-7) ê de jî , dem li demê hatiye pîvan  .
Pîvana rast û durist jî ew e , ne ku em demê li xwe (li cihê xwe) bipîvin , wekî ku gelek rewşenbîr dibêjin :
– Ev rojên li pêşiya me (pêşeroj in / musteqbel in) ?!
Ya rast ew e ku bê gotin :
– Ev rojên li pêşiya vê roja me (buhirîne)  . Anku , heke em di roja çarşemê de bin , ji xwe rojên li pêşiya roja me wê sêşem , dûşem û yekşem bin . Ev roj jî derbas bûne (borî ne) . Rojên li paş wê roja me jî wê pênçşem û în bin . Ew roj jî , hêj nehatine , li paş vê roja me dê bên , anku paşeroj in (musteqbel in)  .
Digel ku peyva “paşeroj”di wan her neh ferhengan de bi wateya dema (musteqbel hatiye ravekirin û digel vê ronîkirina me jî , hîn em dixwînin û dibihîzin ku gelek nivîskar û rewşenbîrên me gotina “pêşeroj”bi wateya dema ayinde (musteqbel) bikar tînin  .
Gelo , ev ji çi tê ?! çima wiqasî em mijarên wisan giring di ser guhên xwe re davêjin ?! gelo sersarî ye , yan serhişkî ye ?!
Ev cara çarê ye ku ez vê mijarê tevdidim û li ser rûpelên govar û malperan belav dikim . Lê mixabin , hin kes hene deng nare wan û hin jî hene deng nabin xwe …

 

[1] – “Înan” û”anîn” her dû jî bikar tên, lê ya resen “înan” e .
û”anîn” bi hevguherîna tîpan, jê hatiye.
[2] – Rojen Bernas : “Istiqbal çiye, pêşeroj an paşeroj” Govara Nûdem, cotjimara (39-40) Sala (2001) . Siwêd.
[3] – Ferhenga Kurdî Nûjen. Urdin-Emman(1985).
[4] – Estêre Geşe . Bexda (1977).
[5] – Ferhenga Jîn . Beyrût (….) .
[6] – FerhengîKurdistan. Hewlêr (1999).
[7] – Henbane Borîne .Tehran (1368) Koçî hitavî.
[8] – Ferhenga Ingilîzî-Kurdî. Istanbol (2000).
[9] – Rêbera Sêzimanî. Cih (…) – Sal (….) . (Fotokopî)
[10]– Ronak.Şam (2008)

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…