Çîrok

Biratî

Reşad Şeref – Swêsra

Hevalê minbû, mala wîjî nêzîkî mala minbû. Mebesta min ew 
xaniyê ko lê kirêbû. Pêdivî nedikir ko ez telîfona wî bikim yanjî 
sozekî jê bistînim. 
Dem, ber bi rojavave diçû, bakî germ dihat.Min pêl 
bişkova zengilê derî kir, dengê bilbilekî lawaz ne wek carên 
berê bû, weko bilbilek ji têhna havînê ziwa bûbe. Ez nizanim ji germ û tozê bû, yan ji lawaziya elektrîkê bû!
Min pêjna mirovekî li aliyê din kir, hate li ber derî, lê derî ne vekir. Min li Dora xwe nerî, hinek pîrejin li pêşiya malekî di cehdê de merşik raxistîbûn û ji xwere rûniştîbûn. Yekê ji wan pîrejinan bi dengekî bilind got: Mamoste, hevalê te ev çend rojin ji mal nederketî!
Min hem pêl bişkova zengil kir, hem bi kulma xwe li derî da. Hevalê min derî vekir, ez ketim hundirê hewşê, min destê xwe avête dikloka deriyê odeya wî ko derbasbibim.. bi destê min girt! Ji nûve min li ruwê wî nerî( tu destê xwe bavêje serê pozê wî, wê canbide) zirav û zuhabûye got: Ez di bextê tede me, ji minre çarekî bibûne, ev gêncê di malde hinek pere ji birayê xwe deyn kiribû ji boyî hinek pêdiviyên xwe, demek çûbû ne karibû lê vegerîne. Birayê wî gilhê wî kiribû, xwe nedabû destê polîsan. Tu dizanî gurçikên bavê min nema îş dikirin. Vî gêncî gurçikek xwe firote me, jibo deynê xwe bide. Divyabû heftiyekî li ba min bimîne hetanî saxlem bibe û paşê here wê devera ko jê hatî, ez li  ser jiyana wî ditirsim û nizanim çi bikim!?
Di wê germê de min guhdarî wan gotinên zuha dikir, dibû gurme gurma dilê min. Min derî vekir, baweşînek bi giranî dizîvirî, bayek germ li dora xwe dipêça, gêncek hijdeh.. nozdeh salî dirêjkirîbû mêşan avêtibûn li Dora devê wî.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…