Mihemedê Seyid HusênAvdarê: min digot qey..! te jî ezmûneya girî dîtiye, negirî qurban çiku bi hêsir û keservedanê êş nayên birrîn, herweku girî gaziya dûv guraye, tu ji min bawer dikî ku xew ji çavên min reviya ye, tenha şermokiya min nahêle ku hezkirina xwe eşkera bidêrim.
Avdarê: min digot qey..! tê li serê bana, di bin sawa bêpêjiniyê de sirûda netewî bixwînî, di zeviyên dînan de min şeg û çalak bibînî, bi qîrdana stiraneke goranî guhê min nikder bikî, omîd û pêşbîniyên mêwedar li dewsa wê biçînî.
Avdarê: min digot qey..! dizanim vê carê tê kengî çaklewendiyê di me de bikujî, lê min qet nizanî ku tê dibin kirasê mar de ji xayiz ve bi me vedî, me wisa li ser hev bike komer û rijî, haj xwe hebe te rêya tewankariyê bijartiye, çima tu xwe pêlakê nasipêre pendê, tew bese şîrava ciwaniya bêguneh di me de bimijî.
Avdarê: min digot qey..! xweziya mine ku carekê tu ji wê bêdengiya cankuj biaxivî, ji nav omîdên xewnedar çendakî di me de jî bi ponijî, çima te Qamişlo kiriye kavil û wêran, nehiştiye ku bişkova buharê lê bibişkivî, û derziya jehrê di kezeb û mîlakên wê kevî.
Avdarê: min digot qey..! wê roka xawer di berbangê de, li ser kolînka helbestê tînê têxîne kulîlkê, wê li ber dengê defa hewarê, dîsanê rok bi wan tîrêjên xwe yên mîna avdeyên tevna rengîn, rahêje darbesta te û ji paş givalekên ewran hanê bide herçar semtên gerdûnê.
Avdarê: min digot qey..! tê li pişta birînê siwar bî, timî paswanê peravan bî, tê ji nêv pertewên jibîrbûnê derkevî, tucar ji cil û bergên pêşmergeyan narevî, tê sîpahên êrîşderan ji ser sêdarcana min bişikînî.
Avdarê: min digot qey..! wê nameyên te ji rengê fêrmistê bin, ji şahiya gula xunavgirtî, ji xemgîniya qumrîkê bin, min digot qey..! wê nûçeyên te ji pêçanoka lingê kevokê, ji awazên bilûrê û kêşesaziya helbestê bin.
…komara Çîk…18-4-2014

Şîrove (0)