Gîro bikin lê! Kobanê di devê tivingê de ye!

Ibrahîm Mehmûd

Belê, ez û PKK’e, PYD’e û YPG’e ne li hev in, nakokiyên min û wan jî hene, lê ev nakokî nayên wê wateyê û nabin sedemên ku ez pişta xwe bidim bûyerên ku bi navên van hersê hêzan rû didin. Bi taybetî jî van rojan. Nimûneya herî balkêş jî Kobanê ye..
Çunkî Kobanê ji hemî rêxistinan mezintir e..
Kobanê ji hemî nakokiyên partî û hêzên siyasî mezintir e,

Çunkî li Kobanê û bi rêya vê lîska ku rû dide; lîska desthilat û rejîmên navçeyê û pê re jî şarezayiya komplogeran yên li dijberî kurdan, dixwazin xencerekê di kezeba kurdan de daçikînin; ji xwe her û her daçikandina wê xencerê li dar bû..
Nimûne jî vê carê Daiş e; Daişa pirhêz, Daişa terorê û terora Daişê ye, Daişa ku dijminatiya kurdan hem wek regez û hem jî wek netew dike.

Her rex û aliyekî Kurdan, her gorepaneke Kurdan, her koşeyeke Kurdan, li hemî cihên û şûnwarên kurdan; çi li Kurdistanê be û çi jî li derveyî wê be; madem hin hene dilbijîn û çavdêriya kuştina Kurdan  dikin êdî xencer di kezebê de ye..

Hema hema mîna ku Suryeyê-bi giştî hatibe ji bîr kirin,
mîna ku herêm û navçeyên ji alî Daişê û piştgirên Daişê û alîkarên Daişê û perwerdekarên Daişê ve hatine dorpêçkirin, ji bîr bûne,
mîna ku di şûna serê rejîma Assad de; aniha serê Kurdên li Kobanê tê xwestin;  mebesta min pêşî serê Kobanê û pişt re jî yeko yeko (serê) herêm û navçeyên kurdan ên din e.
Ya herî ber bi çav jî ev e, rêvbirên Daişê dibêjin: Kurd di dîrokê de cihêwaziyek in, pêwist e, yan sînorek ji wan re were danîn yan jî hergav binpê û çewisandî û biindest bimînin..

Ax hey xoşewistên Kobanê,
hey xuşk û birayên Kobanê,
Ax hey malzarokên Kobanê yên ku hawarên xwe ji makan û nijadan wêdetir digihînin, hey rex û aliyên Kobanê yên ku Kobaniyan ji xelkên din baştir dinasin; xelkên din ên ku zimanê xwe û dîtbariya xwe û guhdariya xwe pişt guh dikin.
Ax hey bêcanên Kobanê yên ku bi sîbera xelkên Kobaniyên Kurd hatine mohirkirin; bervajî kesên ne ji Kobanê yên ku xwe ji bîr kirin; çunkî sermestiya (lipeyçûnê, sermestiya partîperestiyê, sermestiya xalûxwarzîtiyê, wisa kiriye ku kurd asoya xwe ya Kurdistanî wenda bike, ku kurd hişyariya xwe ya ceografî wenda bike; ku kurd hêza peywendiyê bi kurdbûyînna xwe re ya li ber gefan wenda bike; gefên li alî piştgirên Daişê, ji Daişiyên ku ji paş deryayan hatine; bi navê olekê ku ji hemî olên esmanî hatiye rûtkirin; Daişiyên ku ji paş çiyayan û daristanan hatine çunkî li cihekî ji cihan Kurdek heye, ger ew kurd were kuştin dê xelata wî buhuşt û hevdîtina periyên buhuştê be, kurdek heye û ji boyî wî; ji yên dîtir tirsnaktir e.

Hey siyasetmedarên Kurd!
Piçekî kurdayetiya xwe binasin da hûn çêja siyaseta dîrokî jî biçêjin!
Hey partîperestên Kurd, slogan nepox in, peqên avê ne, her sloganek berevajîkirina dîroka rastîn e, piçekî û bi tenê piçekî; ger hûn û kurdewariya xwe di gel hev biguncin, li hev werin da hûn rasteqîniya partîparêziyê bizanibin.
Hey diyalogerên kurd, li asoya kurd û li asoya Kobaniyê binêrin da hûn vedîtina diyaloga rasteqîn e û pêwist bikin.

Her kes ji we, bi kêmanî aniha, wisa dibîne ku, Kurdayetiya wî ya rastîn e, bi kêmanî dema ku hûn awirên we ber bi Kobaniyê ve dizîvirînin.

Bêguman erdheja Kobaniyê ji we re giring e..?

Tişta bi serê Kobaniyê were dê bi serê we jî were; bi taybetî hûn yên berpirs; hûnê bibin benîştê devê dost û dijminan, ger Kobanê ji alî Daişê û hevalbendên wê yên ji rejîmên ne pîroz ên herêmê ve were dagîrkitin, wate ew e ku hûn ne hêjayî dîrokê ne, wate ew e ku hûn ne hêjayî nûnertiya partiyan in, wate ew e ku hûn ne hêjayî Kurdayetiyê ne…
Piçekî giro(Tacîl) bikin, lê…
Piçekî bi şûn xînin lê…
Çûnkî Kobanê pêdariyê dike, Kobanê we dibîne, êdî li bin sîwaniya kurdayetiya pêwist hinasa cegerdariyê werbigirin, da ku hûn û Kurdên xwe di dîrokê de werin nivîsandin, bejin bilind û berz bibin.
Yana hûnê gunhbarên dîrokê, ceografyayê û gunehbarên miletê ku hûn nûnertiya wî dikin, bin..
 Hûnê gunhebarên heval û piştgirên xwe bin..
zengilê metirsiyê yê kurdayetiya we lê dide..
zingîna sifrê ya katjimêra kurdayetiya we lê dide,
êdî yan dîrok an jî ji dîrokê derketin; derketina rût a ku çi dîrok be nema dikare binixumîne,
êdî ji xwe re hilbijêrin!!?
Duhok

Wergerandina ji erebî: Ehmedê Huseynî

Gotara erebî:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…