Belê ezbenî, Gotin Siltanê Demê ye

Konê Reş


   Belê ezbenî! Piştî dor 4 salan hêjî konê perîşaniyê bi melûlî di ser kolan û cadeyên bajarê min re vegirtiye.. Gerdenên xûz, bi dûv nanûzikê de dibezin.. Canbazî di bazaran de tê firotin.. Diz xwe bi xwe, ji hev didizin. Vir û xap di kolanan de bazdidin. Rovîtî pir dibe.. Terbiyesizî bi tov şîn dibe.. Zilam kêm dibin, jinavisk pir dibin. Di encam de xîzanî û mişextî konê xwe bi bilindahî vedigire.. Malbat ji hev bela wela dibin û bingehê civakê ji kok ve vedirşe.. Ji çar hawêr ve, sînor bilind dibin, xelk ji neçarî berê xwe didin asmana, li Xwedê digerin..!! Berjorî wî dibin, tika û lava jê dikin..
   Erê ezbenî bi xweziya kesî ranehiştiye baqê keziya.. Ha ho li vê sosretmayê.. Erê ezbenî em bi nanûzikê razî ne, bi şevek têr xew û bê qerebalix razî ne, lê ma bi destê kê dikevî?! Lo herê qurba lo here..
   Erê ezbenî dem bi dûv me de dibeze..  Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nas nakin.. Were Ezbenî em li stranên  Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên kurdistanê tîne ber çavên mirov, dema ku strana Eyşana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûşî dibêje:
Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..
Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..
Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûşî ya min bû..
De çawa bi xelkê şû kir..
   Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe vedidize û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifşan dide alî û namîne. Û wiha her tişt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotin dimîne.. Gotina dîroka kul û derdan û kêf û şahiyan dimîne.. Xwe eşkere dike ku ew, siltanê demê ye.. Erê ezbenî, gotin siltanê demê ye.
Qamişlo, 20.11.2014

Nîşe:


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…