Konê Reş
Belê ezbenî! Piştî dor 4 salan hêjî konê perîşaniyê bi melûlî di ser kolan û cadeyên bajarê min re vegirtiye.. Gerdenên xûz, bi dûv nanûzikê de dibezin.. Canbazî di bazaran de tê firotin.. Diz xwe bi xwe, ji hev didizin. Vir û xap di kolanan de bazdidin. Rovîtî pir dibe.. Terbiyesizî bi tov şîn dibe.. Zilam kêm dibin, jinavisk pir dibin. Di encam de xîzanî û mişextî konê xwe bi bilindahî vedigire.. Malbat ji hev bela wela dibin û bingehê civakê ji kok ve vedirşe.. Ji çar hawêr ve, sînor bilind dibin, xelk ji neçarî berê xwe didin asmana, li Xwedê digerin..!! Berjorî wî dibin, tika û lava jê dikin..
Erê ezbenî dem bi dûv me de dibeze.. Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nas nakin.. Were Ezbenî em li stranên Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên kurdistanê tîne ber çavên mirov, dema ku strana Eyşana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûşî dibêje:
Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..
Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..
Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûşî ya min bû..
De çawa bi xelkê şû kir..
Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe vedidize û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifşan dide alî û namîne. Û wiha her tişt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotin dimîne.. Gotina dîroka kul û derdan û kêf û şahiyan dimîne.. Xwe eşkere dike ku ew, siltanê demê ye.. Erê ezbenî, gotin siltanê demê ye.
Qamişlo, 20.11.2014
Nîşe:

Şîrove (0)