Kurên Gelê

Merwan Berekat

Gelo ji malbateke bi kok, resen û dewlemend bû, lê felekê destarê xwe çep li wî gerand, û ew xizan û perîşan kir, ne tenê wisa, lê belê çend zarokên wî hebûn, wan beden revandibûn, pir jî dipeyivîn, lê tev bê kar û her yekî jî digot ez. Ji wê xirabtir, dema ku ew di bin banekî de ligel hev rûdiniştin, ji galelala wan, Gelo û cîranan pembo dixistin guhên xwe. Çiqas Gelo bi ser wan de dikere qîreqîr.. hêlelêl û dibasiya, lê bin guhê wan jî xuh nedidan.
Rojekê birayê Gelo yê mezin kurên Gelo vexwendin mala xwe, û bi wan re got: Birazîno..! Hûn dizanin em ji malbata Kurdo ya dewlemend in, ma ne şem e, hûn tev bê kar in ?? Ma hûn nabînin yên ku li hawîrdora vê malbatê tev çavsor in, û dixwezin me tarûmar bikin..??? Kurên Gelo soz dan, ku karekî bikin û Gelo razî bikin.
Piştî ew li mal vegerîn, wan derî li ser xwe kilît kirin û danûstandin li ser pirojeyekê kirin. Hêviyên Gelo pir bilind bû. Wî bi xwe e digot: Ez bawer im, ku piştî şîretên birayê min ji biraziyên xwe re ewê karekî bikin.
Piştî ku ew pir di hudirê odrê odeyê de man, Gelo bi hêdîka û carina jî bi dizîka guhdariya wan dikir, ji ber ku piraniya kurên Gelo kekec bûn, wî peyvên ( kuuuu. kuuuuur, kurrrrrrr ) û carina jî gotina ( sssîîîîîîî ) dibihîst, lê wî nizanî çîrok çi ye.
Gelo derî têveda û kete hidurê odê, dît ku gilîz bi devê wan re diherike, bi dest û lepan dipeyîvin û tev bi kekeckî dibêjin:
Kkku… kuuurr.. kurssssssss… kurrrrrrrrrrrsîîîîîîîîî ???????????
Di wê odeyê de kursiyek hebû, Gelo ew rakir û di srê wan de kire sed perçe û got: Heyfa malbata Kurdo, ku kesên wek we jê peyda bûne!!!!????
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…