Dema ku çixara min ket!

  Sîrwan Qiçço – Washington

Ev bûye demeke dirêj ku ez dûrî seqayên Kurdî ketime, bi taybet seqayên helbest û nivîsandinê!
Ez nizanim, renge ji ber ku ez li Emerîka dimînim û kesekî wek diya min li vir tune ye ku her sibeh were û bi Kurdî fincana qehwê li ber serê min deyne! ew sibehên li Amûdê ne sibeh bûn û ne şev bûn, dibêjim ji qiraxa çerxê weşiya bûn û li ser tixûbên bajarekî dîn hatibûn çandin.

Wê rojê ez ji Metro derdiketim û çixara min li ber bayê Waşinton yê har ji destê min firiya, di wê gavê de tiştekî pir Kevin hate bîra min: “ havînî nîvro bû, dema ku ez û kesên din yên li mal li dor pismamekî xwe kom bûbûn ku nû ji meceristanê hatibû û ji me re behsa wan welatan dikir, ji nişka ve pirsa ku min jê kir, wek tîrekî xwe berda nava wê civatê; gava ku tu li wan welatan bi tena xwe dimîne, tu bi çi zimanî difikire? “
Piştî 14 salan, ez nuha heman pirsê ji xwe dikim, gelo ez bi çi zimanî li van deveran difikirim?  Pir caran, mirov ji xwe dûr dikeve û ji gelek taybetmendiyên maka xwe bêpar dimîne. Û carna jî nakokiyeke dijberî di nava mirovê jixwedûrketî rûda dibe.
Ez nizanim çima em li biyaniyê ne wek xwe dijîn, çima em bajarên xwe di dilên xwe de dihêlin ta ku bi demê re dibin beşekî tozgirtî di elboma bîranînên me yên têkçûyî de..?
Ma wê çend caran giyanê mirov binax bibe? Wê çend caran siyên bajaran bibin kabûsên şevê? Çend caran xwîna xav li ser qelşa lal bi axive?

Beriya çend rojan, hevalekî Emerîkî ji min pirsî: tu bi çend zimanan dizane? Min bersiv weha da: Kurdî, Erebî û Ingilîzî. Got başe, kîjan ji wan nêzîkî te ye? Min di cih de lê vegerand: Helbet Kurdî!
Rabû vî hevalî herdu destên xwe li hev xistin û bi rûyekî bişirî li min nêrî: bi Xwedê tu şaşî! Zimanê herî nêzîkî te Ingilîzî ye ne Kurdî..!!! ma tu rojê çiqasî Kurdî bi kar tîne û çiqasî Ingilîzî bi kar tîne? Min got: ez pirraniya rojê Ingilîzî bi kar tînim û ji Kurdî bêtir! Got: te dît? Naxwe Ingilîzî bêtir nêzîkî te ye keka! Û bi ken ji cem min çû.

Nuha û piştî 14 salan, nû min bersiva pirsa xwe ya li Amûdê nas kir! 
Min li dora xwe nêrî, min dît ku çixara min hîn li ber bê difire!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…