Dengê te, wê her dem di guhên me de be ji boyî nemir, Adil Elyezîdî

Azer Osî

Her çiqasî ku mirin, ziwa, tal, û nexweş be, lê di dawiyê de, merov wê pesend dike, lê mirina pir bi êş ya ku tû yekî dinasî, ew nasîn jî yan ji dûr ve ye, yan di riya telefizyonan re ye, yan di riya nivîsan re ye. Nemir Adil nasîna min jê re di riya Radyo re bû, û bi taybetî demekê bi navê Eniya Rêzgariya gelê Kurdistan ya li derveyî Welat û di riya radyoyên Erebî re hevpeyvîn pê re çêdibûn…wan çaxan ew deng ji min re pir seyr dihat, dengekî xweş, şêrîn, bedew..dilê min pir bi wî dengî re rihet dibû, hestên min bilind dibûn, û min hêrs digirtin..wekî din jî dema ku birêz Ebdullah Ocelan ji hêla hêzên nav netewî ve hate girtin û ew radestî dewleta faşist ya tirkan kirin hevpeyvînek telefizyona Elcezîre pire kir, ew û yekî tirk anîn hemberî hev…
di wê demê de çavên hemû kurdan li wî pirogramî bû, çavên her kesan li Adil bû…Adil wekî merovekî ku dilê her kurdekî dixwaze diyar bû, merovekî mêr, zana, dilsoz, welatparêz, rewşenbîr…Adil bi wê kesayetiya xwe, bi moralekî mezin, bi hestên kurdewariyê tirkên faşist û hemû dijminên kurdan, di wî pirogramî de dadgeh kirin. Çiqasî ku merov, li ser nemir Adil binivîsîne, yan bibêje wê mafê wî neyê dayîn, ji ber bi rastî gelê kurd li çar perçeyên kurdistanê hewcedarî kesayetiyên wisa ne, Adil zû ji nava me bar kir û ew jî, bi welatekî azad, bi xakeke serfiraz şa nebû…lê bêguman ew tiştên ku li ser di ramiya, li ser der sînor bû, hin ji wana pêk hatin, wan tiştan jî dilê nemir xweş û şa dikir.
Dema ku min Enternêt vekir, min wêneyê Adil dît, ez matmayî mam, nema min dizanî çi bikim, wekî ku dilê min ji min firiya û baz da, hêsitir ji çavên min bariyan, min dîsa jî, ne dixwest ku ez bawer bikim, ji ber timî min ji xwe re digot:, ezê carekê ji caran nemir bibînim û ezê hezkirina xwe jê re, ji dengê wî re, ji dengvedana wî re, ji mêraniya wî re, ji welatparêziya wî re, ji kurdewariya wî re, ji rewşenbîriya wî re, bînim ziman. Ez her dem di wê gumanê de bûn, pirê caran Adil di xewna min de, di xeyalê min debû, lê qedera bêbext nehişt ku ew yek pêk bê, û ew ji nava me koçî cîhana din kir…û ji boyî ku hinekî ez hestên xwe derînim, yan bêhnekê bigrim, min telîfonî çend dost û hevalên xwe kir, wan jî ew xemgîniya xwe diyar kirin û min û wana ew xemgînî li hev par vekir..me, ew kêlîka ku Adil têde, hestên tev kurdan der birî anî ziman.
Cîhana ku, ji her kesî re qedere, ji her kesî re male, vê carê jî, ji Adil re dergehên xwe vekir,  lê mala kurd hedî hêdî dihate ser hev û Adil ew serdanheva dawî nedît.
Bi rastî Adil wekî semboleke kurdî bû, merov pê serbilind bû, dilê kurdên bi êş wekî textorekî derman dikir.
Di aliyê pisîkolojî de, gelê kurd hewcedarî yên mîna Adilin, ji ber ew  kes zelal dihat diyar kirin û hestên wî yên kurdewariyê bûn, û tiştên erzan li ser xwe qebûl nedikir,
kurd, gerek dike yên mîna Adil ji xwe re,wekî sembol bibînin, û  li şûna çûyîna wî dengekekî kurdewarî, mîna dengê wî derînin, ku ew deng bibe dengê kurdewariyê
Ji nemir re, ez buhişteke narîn dixwazim
Elmanya

14.09.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…