Azer Osî
Dema ku min Enternêt vekir, min wêneyê Adil dît, ez matmayî mam, nema min dizanî çi bikim, wekî ku dilê min ji min firiya û baz da, hêsitir ji çavên min bariyan, min dîsa jî, ne dixwest ku ez bawer bikim, ji ber timî min ji xwe re digot:, ezê carekê ji caran nemir bibînim û ezê hezkirina xwe jê re, ji dengê wî re, ji dengvedana wî re, ji mêraniya wî re, ji welatparêziya wî re, ji kurdewariya wî re, ji rewşenbîriya wî re, bînim ziman. Ez her dem di wê gumanê de bûn, pirê caran Adil di xewna min de, di xeyalê min debû, lê qedera bêbext nehişt ku ew yek pêk bê, û ew ji nava me koçî cîhana din kir…û ji boyî ku hinekî ez hestên xwe derînim, yan bêhnekê bigrim, min telîfonî çend dost û hevalên xwe kir, wan jî ew xemgîniya xwe diyar kirin û min û wana ew xemgînî li hev par vekir..me, ew kêlîka ku Adil têde, hestên tev kurdan der birî anî ziman.
Cîhana ku, ji her kesî re qedere, ji her kesî re male, vê carê jî, ji Adil re dergehên xwe vekir, lê mala kurd hedî hêdî dihate ser hev û Adil ew serdanheva dawî nedît.
Bi rastî Adil wekî semboleke kurdî bû, merov pê serbilind bû, dilê kurdên bi êş wekî textorekî derman dikir.
Di aliyê pisîkolojî de, gelê kurd hewcedarî yên mîna Adilin, ji ber ew kes zelal dihat diyar kirin û hestên wî yên kurdewariyê bûn, û tiştên erzan li ser xwe qebûl nedikir,
kurd, gerek dike yên mîna Adil ji xwe re,wekî sembol bibînin, û li şûna çûyîna wî dengekekî kurdewarî, mîna dengê wî derînin, ku ew deng bibe dengê kurdewariyê
Ji nemir re, ez buhişteke narîn dixwazim
Elmanya

Şîrove (0)