Cankurd
Kurdino, heywax!
Berî her gotinekê, nûçeya nebaş: Merivekî min ê pîremêr çûbû gundê xwe li derdorên Erdê Romê “Erzeromê” li bakurê Kurdistanê, vegeriya Almaniya û hat serlêdana me. Min jê pirs kir:”-Çi hebû? Çi tune bû?” Seriyê xwe hejand, bi devê xwe kire niçniç û got:”- Berê ez diçûm gundê xwe, giş hevsîyên min bi min re bi Kurdî dipeyivîn, lê niha tew kesek ji pîran pêve bi Kurdî napeyive…”

Ez têgiham ku ew pir hosan bûye ji rewşa paşketina zimanê Kurdî li welatê dayîk û bavan, lê gava ew û kur û xanima xwe li trombêlê suwar bûne, ku vegerin herin mala xwe li bajêrekî dî, min dît ku ji nişka ve bû qebeqeba wan bi Tûrkî…Lew re ez dinalim û dibêjim: Heywax, Kurdino, em çi dikin!...
Gava pîrejinek diçe bazarê, ku hêgên xwe bifiroşe, teviya rojê li wir dimîne, zikbirçî û tî vedigere mala xwe û pişt re hêgên di sepetê de dijimêre, ên celiqî davêje û ên şikestî dide aliyekî, û dibîne ku wan hêg kêmtir in ji berê, û bihayê ewên firotine jî têra xwarina rojê nekiriye, êdî ew poşman dibe û bidizîka dibêje:”-Bi Xwedê, min zirar kir, ez nema diçim bazarê û paş evqas rehtî careke dî destvala venagerim.”
Gava em di nav van gengeşeyên parlamenta Türkiyê de carekê li paş xwe binêrin, emê binasin, ku ji peymana (Sévres) sala 1920 ta destpêkirina van gengeşiyan, hîn çi rûn hîn bi ser dewê me neketiye, tevî evqas ked û cefa, tevî evqas xûnrijîn û malherifîn û ziyanên gelek mezin…Hêgên di sepeta me de kêmtirbûne, û me bihayê ên firotî jî tew nestandiye…
Bêguman rewşa zimanê kurdî, rewşa êl û malbatên kurdî, rewşa me ya aborî wekî neteweyekê, hîngê pir ji niha baştir û çêtir bû…Em li ser hev bûn, yek dest û yek dar bûn, bi hêz bûn û gelê me bi Kurdî dipeyivî, melayên me bi Kurdî zarokên me fêrdikirin û Turk dihatin li ber gelê me digeriyan, û xwe jêre piştxûz dikirin, çi ji bo piştvaniya leşkerî û çi ji bo hevkariya ramiyarî…
Hîngê bavikê Turkan binzor bûbû, ku bo siyasetmedarên me (Autonomî) pêşniyaz bike, tevî ku wî dixwest me bixapîne jî, me ji mafê (Serxwebûnê), ku di wa peymana nêvneteweyî de bo me hatibû biryarkirin, bêpar bike, hema ev pêşniyaziya (Autonomî) nîşana hêzdarbûna gelê me bû û nîşanajarbûna Turkan bû li ber me Kurdan…
Gava yek gotinên bavikê Turkan wê demê, û pişt re biryarên ku di peymana (Lozan)ê de, sala 1923ê, bide ber gotinên diho yên herdu mezinên Turkan, Baykal û Bağçeli, wê bizane çendîn hêgên me Kurdan di sepeta me de kêm bûne û çendîn evana terqinî û tinaziyan bi gelê me û bi mafê wî yê rêbazî dikin.
Baykal û Bağçeli ji gelê me dixwazin, ew xwe wekî parçeyekî ji gelê Turk bibîne û xwe wilo di hembêza wan xalmaman de piçûk, bê hêz, bê deng û bê nav bibîne…Ewana gava gota “Biratiyê!” dikin, mebesta wan “Biratiya Turkan bi Turkan” re ye, ji ber ku ewana neteweyeke dî li Türkiyê ji ya xwe pê ve nabînin…Yek netew, yek al û yek nişt dibêjin. Ma eve pejirandina rastiya Türkiyê ye, Ma eve “Demokratî?”…Na.
Mixabin, hinek Kurd jî, hezdikin van gengeşiyan wekî “Serketineke dûrokî” bifiroşin me nezanan, pejirandina peyivê bi Kurdî û bi destxistina hinek mafên çandeyî di Türkiyeke “Demokrat!” de, bikine mestirîn destkeftiyên gelê me…
Başe, başe…! Evqas xûn û malwêranî, êş û zarîn û zêwiriya milyonan mirovên Kurdistanê di 100 salên dawî de, tenha û giş ji bo vê yekê bûn? Ma bo serbazên Turkan dayîk diltenik hene, bo evqas lawû keçên kurd, ku di zindanan de, di berqefên zinaran de, û di bin zincîrên tangên turkî de hatîne kuştin, bê dayîk û xûşk in?
Ez dibêm: Pêwîste ev gengeşiya lawaz di parlamenta turkî de bibe destpêka rêyeke dirêjtir û firehtir, rêyeke teviya gelê me, ji bo azadiya xwe ya neteweyî, di bin alaya kurdî de, da hemî qurbaniyên me yên dûrokî berbad nebin…Da gelê me wekî pezekî nebin ser gora Ataturk ê xûnrêj û gelkuj, da alaya turkî ya di xûna gelê me de sor bûye, li ba pişt û nijdên me nebe tiştekî pîroz, û da peyva “Kurdistan”, a ku Baykal nikane lêvbike, herdem di sirod û lawjanên zarokên me de wekî gulekê geş bimîne…