Ronî ELÎ
Li ser sînor
Berî ku kevçiyek Av
Di zenguloka demê de berdim
Min xewnên xwe
Bi rondikên pîrejinekê re
Vedixwarin
Hew bi tenê
Toza zeviyekî nêr
Çavên min
Ji wêneyên bajar û bajarokan
Tije dikir in
Û tu ..
Yara kuştiyê xewnan
Li ser pişta mihîneke tîmar nekirî
Li bîra min dihat
Wê gavê
Min û dîwarekî piştxûz
xwe dihev werdida
Li ser sînor
Nasnameyên mirovaniyê
Bê welat diman
Dergûşên şîrevekirî
Li hembêzekê digeriyan
Kenê min
Li pişt kilaşînkofekê
Sêwî dima û xwe vedişart
Tenê mijgulên te
Di goristana reşbîniyê de
Dibûne xaçika geşbîniyê
Û termê giyanê min
Ew dişopand
Lê .. min nizanî
Ku wê çavên te
Ji hevokên sozdariyê re
Weke goristanên welêt
Tîşka stêran dagurtînin
Li ser sînor
Kelekela şewata zivistanê
Bi gupikên Baranê re
Dilê min
Bi helbesta .. Yarê .. Dax dikir
Mirîbûn li wir zindiyên me
Zindîbûn di hnavên mirî de
Girnejîngên lêvên te
Û karwanê xeman
Di devê newalan de
Gewriya jînê diguvaştin ..
Dirûçikan din
Min jî …
Di hembêza te de
Ji çivîkên nifir lêketî
Hêlûna welatekî serast dikir
Berî ku tûrikê pişta min
Ji pençeyên te re bibe talan
Li ser sînor
Çêrokên jinebiyan
Di landika sêwiyan de
Bê dawî diman
Tovên geşbûna siberojê
Di mistên mendalan de
Zer dibûn … Genî dibûn
Hevîrê nanpêjan
Mîna gêrêka malbatan
Kurim lêdiket
Pêlavên xaniman
Di devê rêçikan de
Dilerizîn .. Mest diketin
Nameyên ku ji dil re arvan bûn
Li ber destên te .. Kedî dibûn
Ji ber …
Kîna sîngê te
Ew bi çateriya mirinê de berdidan
2852016