MEHRECANA 13.AN YA HELBESTA KURDÎ

PÎROZBAHÎ

Bi helkeftina  Mehrecana 13.an ya helbesta kurdî li başûrê rojava û li sûriyê , ku roja înê 24 10 2008.an li darket , em bi navê Tevna Çand û Huner a Kurdî – Dêrika Hemko di serî de hemî helbestvan , nivîskar , û xamezêrên peyva kurdî a paqij û resen silavdikin û vê Mehrecanê li wan pîroz dikin , her weha hemî rêvebir û amadekarên vê helkeftê jî sipasdikin li ser xebata wan ya salekî berdewam kirî , bi taybet komîta wan a çalak , ku ev yekem mehrecane bi vî rengî bi rêkûpêk pêktê , ji hêla rêxistinkirin , danhev a helbestan û nirxandina wan ji aliyê komîtek ji heft kesan ve .
Tu kar bê kêmanî nabin , çendî kar baş û taze jî bi rêve herin , gazind bi dawî nayên û hin kes wê jê ne qayîl bin .
Di baweriya me de danhev a helbestên 108 helbestvanî , û belavkirina wan li ser komîta nirxandinê – belkî nirxvan hemî ne pisporin di rexneya helbestê de , lê têdighin – û rêzkirina wan li gor pileya standîn , ne tiştekî hêsane , lê ya balkêş ewe di vê mehrecanê de , ku ev yekem care xelat li gorî asta helbestê tê dayîn , dûrî nêrîn ên siyasî û helwesta helbestvan .
Em ji dil û can her sê xelatkiriyan MELEVAN RESÛL , DILDARÊ AŞTÎ, û EHMEDÊ ŞÊX SALIH  pîrozdikin , û bi hêvîne ku her û her gotina kurdî ya bedew , resen , paqij û biçêj ji devê wan bête ristin û hûnandin .
Dîsa em bi hêvîne ku di mehrecana bê de , kêmasiyên derketîn dubare nebin , û komîta amadekar xwe bighîne her helbestvanî , û komîtek pispor ji nirxandinê re were çêkirin , da em bi rastî nêzikî helbesta kurdî ya hêja bibin û xwe pê navbidin .
Cihê şanaziyê ye ji mere ku guropa me Tevna Çand û Hunera Kurdî – Dêrik , cihê xwe di asta herî jor de girt di mehrecana 13.an de , di helbesta kêşesaz de , ji neh (9) helbestên pileya pêşî 6 helbest yên endamên guropa me bûn , ev jî .. me pitir ber bi peywira me ve tajo , ku divê em hê xurtir ji berê guhdanê bi ziman û çanda xwe ya neteweyî bikin .
Bila bejna helbesta kurdî weke spindarên geliyê welatê me bilind û bala be , û keser , jan , axîn , û hêvî û xwestekên gelê me bîne ziman û ronkirinê .
Bijî xwedyê pênûsa gotina kurdî dirêse , yê ku li nav wêran û kambaxiyan digere ,û peyvên me yên resen ji nav dide hev û dike helbest û nûvejen dike .
Bijîn xemxwarên toreya kurdî .
Tevna Çand û Hunera Kurdî – Dêrika Hemko .
25 10 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…