Li ser dîroka weşana radyoyê û rêvebiriya wî, di malpera wê de zaniyariyên pir alî hene. Bi kurtasî wisa hatiye nivîsîn:
Radyoya Aştî, dengê Komela Kurd ya demokratîk ê kultirî li Stockholmê ye. Radyoya Aştî li havîna sala 1990 bi alîkariya Barzan Şahsiwar û Hiwa Zandî hat avakirin û heta niha jî programa xwe berdewam dike.
Radyoya Aştî di hizr û ramanên xwe de bê layane û rê dide hemû hizr û bîrên cuda. û ci ferq û cewziyekê naxe navbera rêxistinên siyasî yên Kurd ku fikrên xwe pêşkêş bikin.
Berpirsê radyoyû Komîta Karger e û aboriya xwe ji Komelê distîne.
Karmendên Radyoyê:
Berpirsê giştî: Heci Kardoxî
Nûcegihan: Dilbirîn Şerefdîn.
Gotar xwendin: Dr. Huseynê Xelîqî
Programên Radyoyê:
– Gorara heftê
– Agahdariyên civakê
– Panorama heftê
– Debatên siyasî, civakî, bernamên tenduristiyê…
– Di gel guhdaran û stranên daxwazkirî
– Dîtinên Mêvanan; guhdarên delal hun dikarin , têbînî, bîr û rayên xwe li ser bernamên diyar bikin û ev dê bibe pal û piştek ji bo pêşvecûna me.
– Navnîşan: Hagerstensasen, Medborgarhuset, Sparbanksv 31, Tel, 0046-8-191000, Mobil: 073-5908885 e.

Şîrove (0)