Dujinî, Sêjinî An Çarjinî, Di Vî Çerxê Pêşketî De, Gunhkariyeke Mezin e*

Konê Reş

   Di 27ê Cotmeha 2008an de, parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan Projeqanûna Pirrjinî ji bo zilamê kurd pejirand û neha ev projeqanûn li ber destê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî de ye.
   Ez jî kefxweş dibim wek nivîskarekî kurd ku nerîna xwe di pejirandina perlementoyê kurdistanê a derbarî Projeqanûna Pirrjiniyê de bînim ziman û bi hêvîme ku serok Mesûd Barzanî li ser îmze neke, ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye..
Gerek vajî vê Projeqanûna Pirjiniyê, perlementoyê kurdistanê Projeqanûna Ferjiniyê an Yekjiniyê pêşkêşî perlemento kiribana, Da ku Kurdistan bûba nimûneke berz di rojhilata navîn de, hem dibû vekirina deriyekî şaristanî di cîhana Îslamî bi tevî de… Ji ber ku mirovahî bi pêş de dimeşe, pêwîste tevgera mirovahiyê a jin û mêr jî, bi pêş de here û li rewşa jinê, bi çavekî din bê mêze kirin; zilm û zora ku bi hezarê salan lê hatiye kirin û dibe sivik bibe. Ji ber vê yekê ez bi ferjiniyê an yekjiniyê re me.
   Wek ku diyare tev olên ku hatine û tev rêxistinên ku hene, ji bo xweşî, geşî û jiyanek çak ji mirovahiyê re hatine pê.. Her olekê xebat di ber xweşiya olperestên xwe de kiriye û dike, û her rêxistinek têkoşînê di ber jiyaneke rind bo  civata xwe dike.. Û wek ku em tev dizanin; jin nîvê civata me ye, ji mafê vê jinê ye jî ku di xweşî û şadiyê de jiyana xwe derbas bike.. û em tev dizanin ku jiyana jinê, qet bi hewiyê re xweş nabe û di kulturê me de gelek çîrokên bi xem û êş li dor hewiyê û nexweşiyên zarokan, malbat û civatê hene..
   Dujinî, sêjinî an çarjinî, di vî çerxê pêşketî de, gunhkariyeke mezin e, gunehkariyeke sê qolîye di heqê jinê, zarokan û civatê de. Eger jiyana mirovê zilam, ji rex nêrbûna wî ve, bi anîna du jinan a sê jinan an çar jinan xweş bibe, li gor ku dine islamê izin daye, lê ji sê cihên din ve nexweşiyên malbatî û civatî pir dibin; Jiyana malê dibe dûjeh, ya zarokên vê jinê û wê jinê, li binguhê hev dikeve û dawî bingehê civatê ne bi rengekî tekûz tê ava kirin. Ango civateke seqet û hîledarî ava dibe.. Û em kurd hewcedariya me bi civateke saxlem û ji nexweşiyan dûr be, heye: Ta ku em karibin welatê xwe bi rengekî şaristanî ava bikin û welatiyên xwe di şadî û bextiyariyê de derbas bikin.
   Du kevok lûsê xwe datînin, mê û nêr e, me sehnekiriye ku kevokek nêr bi du kevokên mê re hêlîna xwe çêkiriye…

   Ev biryara ku perlementoyê hikûmeta Kurdistanê pejirandiye ne di cihê xwe de ye, ponijandinek dûr û dirêj jêre dive û dawî gaveke çewt e ne şaristaniye. Em ji serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî hêvî dikin ku vî projeyê ne pejirîn e.
   Erê em bi yekjiniyê re ne, lê ne (Zewaca Kasolîkî)jî.

* – Spas bo mamoste Zana Sebrî yê ku em agahdarî vê biryarê kirin û hişt ku em nerînên xwe derbarî pirjiniyê bînin ziman.

Qamişlo, 21/12/2008

Jêder: Rizgari.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…