«EZD» kongreya xwe a damezrandinê li dar dixe

Li jêr duruşma “Êzîdî xwediyên xwe ne…rêya xwedîtiya Êzîdiyan di yekîtiya wan re derbas dibe”, dê di roja 24-25.12.2008 de, li bajarê Bielefeld/ Elmanya, dora 30 sazî, mal û komel,  û zêdetir ji 300 rewşenbîr,  dunav û kesayetiyên Êzîdiyan, werin cem hev, û kongreyeke mezin, ku layîqî kêşe û vekêş, pirs û pirsgirêkên Êzîdiyan be, li dar bixin.
Komîta amdakar, paş dora 8 mehan ji civînên berdewam, gengeşe û danûstandinan, gihişte wê encamê, ku Êzîdî  jî, mîna hemî xelkên Xwedê, dikarin wek hev nefikirin, xwedannerînên cihêreng bin, lêbelê di heman katê de,  dikarin werin cem hev; hizir û boçûnên xwe pêşkêşî hev bikin; bi hev re, yekîtiya xwe saz bikin; û bi hev re jî, bibin xwediyên pêşî û dawî, yên biryara xwe; çarenûsa xwe; pêşeroj û paşeroja xwe.

Lewre, biryar hate dayîn, ku kongreyeke wisa berfereh, ku bikaribe niwênerayetiya pirraniya Êzîdiyên Elmanyayê(ligel hindek mêvanên derve) bike, were lidarxistinê.
Lewre, “EZD” hate pêşinyazkirinê.

Komîta amadekar, paş qonaxeke dirêj ji danûstnadinan, gihişte wê biryarnameyê, ku navê saziya çavlirê bibe “EZD”(Ezidische Zentralrat in Deutschland/ Civaka bilind a Êzîdiyan li Elmanya/ المجلس الإيزيدي الأعلى في ألمانيا).
„EZD“ jî, wek kurtasiya navê saziya hêvîkirî, li gorî navê wê, yê Elmanî, wek pêşinyazname,  hate qebûlkirinê, daku ew(EZD) ligel helûmercên Elmanya û qanûnên wê, ku pirraniya Êzîdiyên Diyasporayê lê dijîn, bigunce.
Bê guman, ev nav, tenê pêşinyazname ye. Hin navên din jî, dikarin bi rihetî, ji hêla delegeyan ve, werin pêşinyazkirin, û paşê kongre dê biryara dawî, li ser navekî ji wan navên pêşinyazkirî, bide.

Bê guman, Saziyên Êzîdiyan li Elmanya hene û pirr in jî, lê saziyeke berpirsyar û xwedanbiryar, ku bikaribe niwênerayetiya pirraniya Êzîdiyan, wek saziyeke fêrmî û bawerpêker, li Elmanya bike, hîn peyda nebûye.

Ev kongre, dê li seranserî herdu rojên xwe, gengeşe û danûstandinên berfereh, li ser rewşa Êzîdiyên derve û hundir, ji gelek hêlan û pencereyan ve, bike, daku di serencama dawî de, niwênerayetiyeke Êzîdiyan, a xwedanbiryar, û bixwebawer, li jêr navê saziyeke yekgirtî de, ku bişê bi fêrmî, bibe muxateb ji bo daxwaz, hêvî, û bîr û boçûnên wan, were damezrandinê.

Werin, em li vê kongreyê biryara wê saziyê û wê niwênerayatiya berpirsyar û xwedanqerar,  ji bo Êzîdiyên vê Elmanyayê, bi hev re, bi yek dengî, bidin.
Werin, em bi hev re, vê carê, ne mîna hemî carên din, biryara çarenûsa xwe, bi xwe, ji bo xwe, û bi bîr û baweriyên xwe, bidin.
Werin, em vê carê, li vê Elmanyayê, bi yek dengî bibêjin: „Êzîdî xwediyên xwe ne..û rêya xwedîtiya wan di yekîtiya wan re derbas dibe“.

ROJEVA KONGREYÊ

ROJA YEKEMÎN

            11:00  Vekirin:
            Danasînek kurt, bixêrhatin, û deqeyeke  bêdeng  li ser giyanê 
            Pakrewanên Êzîdiyan. (10 deqe)
 11:10  Qewlek û çend duwa ji yekîtiyê re. (20 deqe)
 11:30  Peyva komîta amdekar. (15 deqe)
           11:45  Hewcedariya Êzîdiyan bi niwênerayetiyekê.. Çima EZD?
           (10 deqe)
 11:55  Çima Êzîdiyan yekîtiya xwe, winda kirin..çima wan nikarîbû, heta aneha, xwe bi rêxistin bikin? (15 deqe)
12:10  Xwendinek di pêvajoya rêxistinên Êzîdiyan de. (15 deqe)
12:25  Bînvedan (20 deqe)
12:45  Xebatên komîta amadekar ji HEVKARÎ heta roja îro. (15 deqe)
13:00  Kongreya îro kî ne û ji kî pêk tê? (15 deqe)
13:15  Gengeşe û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî) (75 deqe)
14:30  Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40  Pêşkêşkirina destûra EZD  a pêşinyazkirî û vexwendina dîwanê/ Dîwana destûrê. (10 deqe)
15:50  Ravekirina destûrê û genegeşekirina wê ji hêla endamên dîwana destûrê ve. (40 deqe)
16:30  Danûstnadin, gengeşekirin û dengdan li ser destûrê, ji hêla delegeyan ve. (90 deqe)
18:00  Hilbijartina  desteya bilind a rêvebir. (30 deqe)
19:00  Şahiya taybet (vekirî ye)

ROJA DIWEMÎN
           11:00  Vekirin(10 deqe)
           11:10  Paşeroja Êzîdiyên Başûr. (20 deqe)
11:30  Êzîdiyên Başûr di navbera destihilata Bexdayê û Hewlêrê de. (20 deqe)
11:50  Berê Şingalê li Iraqa nuh, ber bi ku ve ye? (20 deqe)
12:10  Çima Êzîdiyên Başûr Iraqa xwe, paş 2003an, winda kirin..kî kî winda kir? (20 deqe)
12:30  Rewşa Êzîdiyên Sovyeta berê. (20 deqe)
12:50  Bînvedan (20 deqe)
13:10  Rewşa Êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê. (20 deqe)
13:30  Rewşa Êzîdiyan li Bakurê Kurdistanê. (20 deqe)
13:50  Rewşa jinê di civaka Êzîdî de. (20 deqe)
14:10  Rewşa jin û ciwanên Êzîdî li Ewropayê. (20 deqe)
14:30  Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40  Gengeşe û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî)(80 deqe)
17:00  Girtin, xatirxwestin û peyva dawî a komîta rêvebir, ya nûhilbijartî.

Cihê kongreyê: Carlsevering Str. 230
                           33649 Bielefeld(Quelle)
Dem                 : 24-25.12.2008
Têkilî / e-mail : ezde-europa@hotmail.de
            Telefon:  0511185 7775
                            01522 630 89 62
                            0172 966 63 04
Komîta amadekar

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…