Li jêr duruşma “Êzîdî xwediyên xwe ne…rêya xwedîtiya Êzîdiyan di yekîtiya wan re derbas dibe”, dê di roja 24-25.12.2008 de, li bajarê Bielefeld/ Elmanya, dora 30 sazî, mal û komel, û zêdetir ji 300 rewşenbîr, dunav û kesayetiyên Êzîdiyan, werin cem hev, û kongreyeke mezin, ku layîqî kêşe û vekêş, pirs û pirsgirêkên Êzîdiyan be, li dar bixin.Lewre, “EZD” hate pêşinyazkirinê.
„EZD“ jî, wek kurtasiya navê saziya hêvîkirî, li gorî navê wê, yê Elmanî, wek pêşinyazname, hate qebûlkirinê, daku ew(EZD) ligel helûmercên Elmanya û qanûnên wê, ku pirraniya Êzîdiyên Diyasporayê lê dijîn, bigunce.
Bê guman, ev nav, tenê pêşinyazname ye. Hin navên din jî, dikarin bi rihetî, ji hêla delegeyan ve, werin pêşinyazkirin, û paşê kongre dê biryara dawî, li ser navekî ji wan navên pêşinyazkirî, bide.
Werin, em bi hev re, vê carê, ne mîna hemî carên din, biryara çarenûsa xwe, bi xwe, ji bo xwe, û bi bîr û baweriyên xwe, bidin.
Werin, em vê carê, li vê Elmanyayê, bi yek dengî bibêjin: „Êzîdî xwediyên xwe ne..û rêya xwedîtiya wan di yekîtiya wan re derbas dibe“.
ROJEVA KONGREYÊ
Danasînek kurt, bixêrhatin, û deqeyeke bêdeng li ser giyanê
Pakrewanên Êzîdiyan. (10 deqe)
11:10 Qewlek û çend duwa ji yekîtiyê re. (20 deqe)
11:30 Peyva komîta amdekar. (15 deqe)
11:45 Hewcedariya Êzîdiyan bi niwênerayetiyekê.. Çima EZD?
(10 deqe)
11:55 Çima Êzîdiyan yekîtiya xwe, winda kirin..çima wan nikarîbû, heta aneha, xwe bi rêxistin bikin? (15 deqe)
12:10 Xwendinek di pêvajoya rêxistinên Êzîdiyan de. (15 deqe)
12:25 Bînvedan (20 deqe)
12:45 Xebatên komîta amadekar ji HEVKARÎ heta roja îro. (15 deqe)
13:00 Kongreya îro kî ne û ji kî pêk tê? (15 deqe)
13:15 Gengeşe û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî) (75 deqe)
14:30 Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40 Pêşkêşkirina destûra EZD a pêşinyazkirî û vexwendina dîwanê/ Dîwana destûrê. (10 deqe)
15:50 Ravekirina destûrê û genegeşekirina wê ji hêla endamên dîwana destûrê ve. (40 deqe)
16:30 Danûstnadin, gengeşekirin û dengdan li ser destûrê, ji hêla delegeyan ve. (90 deqe)
18:00 Hilbijartina desteya bilind a rêvebir. (30 deqe)
19:00 Şahiya taybet (vekirî ye)
ROJA DIWEMÎN
11:00 Vekirin(10 deqe)
11:10 Paşeroja Êzîdiyên Başûr. (20 deqe)
11:30 Êzîdiyên Başûr di navbera destihilata Bexdayê û Hewlêrê de. (20 deqe)
11:50 Berê Şingalê li Iraqa nuh, ber bi ku ve ye? (20 deqe)
12:10 Çima Êzîdiyên Başûr Iraqa xwe, paş 2003an, winda kirin..kî kî winda kir? (20 deqe)
12:30 Rewşa Êzîdiyên Sovyeta berê. (20 deqe)
12:50 Bînvedan (20 deqe)
13:10 Rewşa Êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê. (20 deqe)
13:30 Rewşa Êzîdiyan li Bakurê Kurdistanê. (20 deqe)
13:50 Rewşa jinê di civaka Êzîdî de. (20 deqe)
14:10 Rewşa jin û ciwanên Êzîdî li Ewropayê. (20 deqe)
14:30 Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40 Gengeşe û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî)(80 deqe)
17:00 Girtin, xatirxwestin û peyva dawî a komîta rêvebir, ya nûhilbijartî.
33649 Bielefeld(Quelle)
Dem : 24-25.12.2008
Têkilî / e-mail : ezde-europa@hotmail.de
Telefon: 0511185 7775
01522 630 89 62
0172 966 63 04
Komîta amadekar

Şîrove (0)