Konê Reş
Gundê Xerabkortê jî, di Beriya Mêrdînê de wek gundê Hazda Jorî gundekî sînorî ye. Anku di navbera Serxet û Binxetê de ye. Di wî heyamê de ev gund wek paytexta eşîra Temika, bi serokatiya Tahirê Mehmûd pismamê Mûsa Anter dihat naskirin.
Di wê serdemê de nav û dengê Elîkê Bettê bi mêranî û cegerdarî di nav civaka xelkên çiyayê Bagokê, çiyayê Omeriya, Beriya Mêrdînê û Aşîta de belav dibû ku ji hebsa Xarpêtê revya ye, Cimoyê Hêştrekî kuştiye û heyfa apê xwe Haco hilaniye..
Di salên destpêka Cenga Cîhanî a Yekemîn de Elîk bi serdanekê tê Nisêbînê, xelkên Nisêbînê lê kom dibin, dixwazin wî bibînin ji ber mêraniya wî; wek ku min got reva wî ji zindana Xarpêtê û hilanîna wî ji heyfa apê wî re.. Di vê hatina wî a Nisêbînê de jinbiyek xwe dexîlî wî dike ku kurê wê ji zindana Nisêbînê reha bike.. Elîk Yekê nake Dudo, digel hevalên xwe digire ser zindanê û di encam de tev girtiyan berdide.. Piştî ku artêşa Osmaniyan ji Mêrdînê di hewara Nisêbînê de tê û dora Nisêbînê digire, rê li ber Elîk teng dibe, Elîk bi devê tivingê, ew û hevalên xwe, ji Nisêbînê derdikevin û berê xwe didin binya xeta Almanî/ Binxetê, gundê Xerabkortê, bal dostê xwe Tahirê Mehmûd.
Dibêjin; dema ku xelkên gundên derdorî Xerabkortê ji etarên Nisêbînê dibihîzin ku Elîkê Bettê hatiye an wê bê Xerabkortê, cem dostê xwe Tahirê Mehmûd.. Deh-Pazde zilam ji gundê Kodo û derdorê xwe didin hev û berê xwe didin Xerabkortê da ku Elîkê Bettê bibînin.
Li qelaçê berî gundê Xerabkortê, ji Başûr ve, rastî birek leşkerên tirkan yên ku li pey şopa Elîkê Bettê digeriyan, dibin.. Her du teref hev nas nakin.. Serleşkerê cendirman ji wan dipirse; hûnê kî ne û berê we li kû ye? Yek ji wan zilaman ji bedêla jê re bibêje; Em diçin cem Elîkê Bettê, dibêje; (Ben Elîkdir), Anku (Ez Elîk im..). Bi vê gotinê re, serleşkerê cendirma ji wan ditirse.. ditirsin ku rast ew Elîk û hevalên xwe bin.. vêca ji tirsa xwe re emir dike û li wan direşînin. Di encam de 13 kesan ji wan dikujin.
Kuştina wan belav dibe, xelkên wan, bi wan ve dirin, her yek termê xizmê xwe dibe cihê pêdivî û vedişêre, termê yekî Seyid dimîne, kes pê ve nayê.. Xwedî xêr û xelkên gundê Xerabkortê wî di cihê bûyerê de vedişêrin û ta roja îro gora wî bi navê (Ziyareta Seyid), naskirî ye.
Dibêjin; piştî ku Elîkê Bettê vê bûyerê dibihîze, êdî nema riya xwe bi gundê Xerabkortê dixîne, berê xwe dide çiyayê Omeriyan, gundê Tinatê, bal hevalbendê xwe Mehmûdê Esed axayê Tinatê.
Hêjaye gotinê ku Elîkê Bettê di havîna 1919an de li gundê Midihê hatiye kuştin..