Havîneke kavil

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke nizim bi cî dikir. ez digiham pêpeloka çilûheyştan, carekê stuyê min wek ê kevokan bi paş de diliviya, zarokê herrî şûm ku bi tevgera xwe zaroktiya min şanî min dikir, destê xwe li gurmikê hevalekî dide û dibêje:
– Maka te ye.
Digernijîm, ber bi roava ve sivik sivik dizêvirîm, ro li asoya hafa avahiyên tara Eşrefiyê, dibû zerikek baqirî ku nû hatiye qelakirin.
gilover mîna pirgola şagirtekî, li dora Şêx Meqsûd digeriyam, dîsa di ber vî dîwarî re derdiketim.
Jin, keçik, kalemêr li cihê xwe ne, tenê lempe li hafa deriyan wek bohîkên gihîştî roniyeke zer jê diniqite, zarokan bi lîstoka çavşirtonekê ziqaq civilandine.

Îro dîsa min Havîn tev hûrgiliyan di bîrdanka xwe de vêxist, di kolanê re derbas bûm, ne jin ne keçik, ne ava ku di destên teze de li pêş hewşan dipişkiya, ne jî ew kalemêr hebû, zarok pir pir kal bûbûn.
Ev dara hejîrê nû hilkişiye vî dîwarî, min zanî ev kolan pir pir êşiyaye û kiriye hawar û qêrîn.
Pêjna Selah ji dûr ve daket ser rê, hat pêşa min çiqas terempêl di ser çûn û hatin, Selah netewî duta nedibû, û li benda min ma, destên xwe fireh vekirin û got:
– Mamosteya min, vaye tu dîsa di vir re derbas dibî, tu çawa yî?
Li bersiva min nesekinî, bû ba ket nav şaxên dara zeytûnê, ku li ber dîwarê nexweşxaneyê bi hêminî dihejiya.
Lingên min pir giran bûn, newêrîm ber bi roava de biçûma, pir tirsiyam ku ro jî di cihê xatirxwestinê de bûbe şevşevok, û bi ser min de bifire û xweliya vî bajarî li min bibarîne, an razên tariya zordar bi darê zorê bi min bide xwarin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…

Axîn Welat

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji…