Xwendinek di Roja Zimanê Kurdî de

Hişmend Şêxo
Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di dewlemendiya zimên û hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan şaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewşên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.
Zêdetirî Şeş hezar û Hefsid ziman di cîhanê de hene. Heya salên 1950 ji zêdetirî 200 ziman li vê herêmê û 184 ziman li cîhanê bi awayekî herî kêm ji aliyê 10 kesan ve hatiye axaftin.
Netewa Kurd jî xwedî zimanekî dewlemend e di dîroka Rojhilata Navîn de , heya niha jî zimanê kurdî rastî êrîşan tê. Zimannasên Zimanê Kurdî diyar dikin ku dagîrkerên Kurdistanê herdem xwestine rê li ber pêşketina Zimanê Kurdî bigrin û bidin pişaftin.
Zimanê Kurdî zimanekî Têr û serbixwe ye , herwiha gelê kurd xwedî dîrok û çandek kevin e di nav gelên Rojhilat de.
Zimanê Kurdî ji çend zaravayên weke Kurmanciya Jorîn , Kurmanciya Jêrîn , Naverast û Goran pêk tê..
Lê heya niha zimanê me di aliyê nivîskî û wêjeyî de nebûye zimanekî hevbeş.
Di vê çarçewê de lêkolînerên zimanê kurdî wisa dibînin û dibêjin :
Ji encama sedemên xaknîgariya welatê me hêştiye Kurdistan ji aliyê deşt û çiyan ve were dorpêç kirin. Herdem Kurdan xwe parastiye û tevlîbûna xwe ya ji bo derve kêm çêkiriye. Ji ber vê yekê şêwaz û axaftina herêm û navçeyan ji hevdu cuda ne.
Di aliyê rêzanî de jî parçebûna kurdan yek ji sedemên bingehîn û serekeye ku zaraveyê Zimanê Kurdî ji hev cuda bûne. Heya niha jî Kurdistan ne bûye xwediyê standartekî rêzanî.
Di dîrokê de tu caran êrîş û dagirkerî li ser gelê kurd û Zimanê Kurdî kêm nebûye. Lê herdem gelê kurd bi vînek ji polat li dijî van êrîşan xebat kiriye û li berxwe daye.
Rewşa Zimanê Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê
Li Kurdistana Bakûr dewleta Turkiyê siyasteke hovane li ser gelê Kurd dida meşandin û peyva Kurdistan qedexe kirî bû.
Lê piştî damezrandina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê dest bi xebat û têkoşînê bû , niha li Bakûr zimanê kurdî heya bi astekê cihê xwe girtiye , û gelek Rojname, Kovar û Tv bi Zimanê Kurdî hene.
Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna gelê Kurd berdewam bû di aliyê xwendin û nivîsandina kurdî  de. Bi hezaran pirtûk, kovar, rojname bi Zimanê Kurdî hatin çapkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê gelê me deskeftiyên mezin pêkanîn.
Li Kurdiatana Rojava jî tevî siyasetên Erebkirin û tunekirina kurdan di vê rewşa zehmet û dijwar de gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî bi hişmendî xebata xwe dikir û zimanê xwe diparast , Û bi taybetî piştî bayê guherînê giha Rojhilata Navîn û derbas Sûriyê bû rewşa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de hate guhertin û derbas qûnaxeke din bû , di vê derbarê de ji bo fêrkirin û pêşxistina zimên xebateke hêja hate kirin û hêjayî gotinê ye ku “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” yekem nivîsgeha partîzanî û yekem saziya fêrkirina zimên bi navê “Saziya Cegerxwîn” a fêrkirin û parastina Zimanê Kurdî li Efrînê damezrandin û bi dehan ji xort û keçên kurd fêrî xaknîgarî , çand , dîrok û xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî kirin. 
Piştre xebata saziyên kurdî geştir û firehtir bû , û di aliyê zimanê kurdî de gelek deskeftiyên mezin hatin bidest xistin, ji Dibistanên seretayî de heya bi Zanîngehê.
Hêjayî gotinê ye ku li hersê herêmên kurdî Efrîn , Kobanî û Cizîrê Peymangeh û Zanîngeh hatin vekirin.
Herwiha gelek Rojname , Salname , Kovar û pirtûk bi zimanê kurdî çap dibûn.
Di rewşa niha de li her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyeke zêde bi Zimanê Kurdî heye. Niha di hemû astên jiyana rojane de weke Tendrustî, Rêzanî, Ragihandinî, Aborî, û Hunerî bi Zimanê Kurdî tên bikaranîn.
Lê ji ber ku Kurdistan çar parçeye û heya vê kêliyê jî siyasetên tunekirinê li ser gelê me dimeşînin û zimanê me didin pişaftin , lewre Kurd di welatê xwe de mane dîl û lawaz û ji ber vê yekê heya niha jî standarteke Zimanê Kurdî nehatiye diyarkirin. Mixabin Ev jî pirsgirêk û derdekî mezine.
Li dawiyê Ez Roja Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurdistan pîroz dikim û bi taybetî ez li hevalên xwe yên Mamoste , Nivîskar , Zimanzan û Zimanhezên Zimanê Kurdî pîroz dikim û dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir ji bo parastin , geşkirin û pêşxistina zimanê kurdî ji ber ku :
Hezkirina zimên
ji hezkirina welête
Parastina zimên
ji parastina welête.
15 / 5 / 2026 Z – 2638 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…