Pîrozbê li gelê kurdistanê serxwebûna Başûrê Sodanê

Diyar Ehmed

Di kevniya pêvajoya dîrokê de giraniya nîrê sitem û zordariyê gelek caran dirêj dikê.rijêmên sitemkar xwîna belengazan dimijin,ked û karên wan didizin,dilê perîşanan diguvêşin û pêre pişta wan dikelêşin.

rijêmên zordar jîn û jiyana mirovan dikin kerafî,nahêlin ew rojên xweş û geş derbasbikin,çavan bi rehetî bineqînin,bi êmnahî û aramiyê şabibin,xewin û xeyalên wan bi saxî diveşêrin,gula xortaniyê ji wan direvînin.
Hişemendî û kiryarên rijêmên kedxwar rewşa civakê dikin daristaneka vekirî,hemî tiştî tevlî hev dikin,hevsarê her tiştî berdidin,destê rêgir û nijdevanên çekdar dirêj dikin,serê nanxwerên bêkêr mezin dikin, rewişt û tîtalan binpî dikin,mirovan ji teybetmendiya wî weke ku mirove,xwedan nameye,serbixweye,bi hiş û ramane dûr dikin,agirekê bê dû pêtêxin,ter û hişik bi hev re dişewitînin,tevna dilsarî û xemkêşiyê saz dikin,asoyên rojên tarî,pêşerojeka reş di serê mirovan de diçînin,erd û esmanan li ber wan teng dikin,derê gorên komkujiyê ji wan re vedikin,golên çiravê dikolin,serkaniya gemarê der dikin,rûbarê qirêjê vedidin,jiyanê li ber wan dikin dojeh û goristan.
Rijêmên kedxwar jiyanê li mirovan dikin zoxerat,sêkeratên mirinê di dawetên cinan de ji wan re lidardixin,hêviyên wan çengo dikin û li ber lehiyeka xurt û dijwar ber didin,xewnên wan di dergûşan de difetisînin,tevî rengê tawanên destdirêjî, mirin û kuştinê di ser serê wan re diborînin,mirinê tenê ji wan re dikin xelateka zêrîn û  hêviyeka bergir.
Rijêmên sitemkar binyata komelgehê diderizînin,kelşan li jêrxana abûrî dihêlin ,tehlî û tariyê li her derî direşînin,nêrîn û ramanên xwehir û genî belavdikin,rîsê birçîbûnê,bêkariyê,çavnebariyê,serşoriyê,xemsariyê,talankirin û diziyê badidin,dezgehan wêrandikin,serdestiya kesan xurtdikin,deriyê jiyanê li xelkê digirin, û jiyanê li ber wan dikin tarî û dûman.lê belê,di nava wê hevrikî û kêferata mirinê de,çirahilgir û cefakêşên dilgerim,dildar û daxwazvanên civaka ronak li ber xwe didin,kefenê xwe li ser darebestê didurûn,hevîrê êş û xeman distirin,çîrokên derd û kulan di kaniya dilê birîndar de dipêçin,bêhin ferehiyê dikêşînin,xwe diparêzin,zora sitem û kedxwariyê diborînin,gurbûna hêlma omîd û hêviyan bi pêşerojeka geş û xweş di dilê wan de na rawestê,çirûskên bêrîkirina bi azadî û rizgariyê di hişê wan de venamirê.

Lê belê tevî vê jî,jiyana sitemkar û zordaran çiqasî dirêj bike,darê pêstûriya sitem û zordariyê çendîn sitûr û qayîm bibe,ji wan re nadomîne,berdewam jî nake û ew sernakevin.ew agirê ku wan pêxistiye, dawiyê bi bedena wan dikeve,li dora ser û guhên wan vedigere,ew û zarokên xwe,ew û xizmên xwe tev de bi wî agirî tên şewitandin.na, ne ev tenê jî,lê pişt re nevî û nevîçirkên wan jî bi terafa wî agirî têne sotin,jiyana wan şûn de vedigere,cihê rojên wan yên xweş şûnmayên kavilên rojên reş rûdidin,malê talankirîn û dizîn ji dest wan derdikevê,dibin sêwî li sikak û kolanên biyaniyê weke parsekan digerin,rûreş û şermezar dibin,bê rêz û siyanet dijîn.eve serbora tevaya serwer û serkarên rijêmên dîktator,sitemkar,mafxwer,zordar û kedxwar di dîroka kevin û nû de.gelo ma serwer û rêveberên  nû,dîktator û sitemkarên mayîn li dora xwe na nêrin,li pêşeroja xwe  û zarokên xwe na pirsin…???!!!.ma wê kengî ji xewna xwekujî û diziyê,û ji xewa mirinê hişyar bibin…???!!! Û welatê xwe ji diz û talankeran rizgar bikin,bêkarî,gendelê û dilsariyê nehêlin,tovê dîmoqrasî û wekheviyê di civakê de belav bikin,dadmendiya civakî pêkbînin,yasayê cîbicîbikin,xwe ji bahoza vîn û kîna hejaran biparêzin,serê xwe û zarokên xwe ji kuştin û darvekirinê dûrbikin,û hêdî ne Kevin xewin û gumanan ku alîgir û dûvelankên wan,top û tangênt wan,mal û semyanê wan,yan jê  girêdan û têkiliyên wan,wê bi Karin ji wan re bibin pişt û wan bi parêzin.dema xewnan çû,her tişt ji dest wan derket,bila çavên xwe vekin,li mafê miletan û çarenûsa wan xwedî derkevin,li dîroka gelan vegerin û teybetmendiya netewan berçav bigirin.îro cîhan piçûk bûye,bayê guhertinan bi xurtî dibarê,sitembar û renckêş mafê xwe didêrin,ewrên tarî ji hev vetqetin,peyîza rijêmên dîktator va hat,pelên dara wan yek li peyî yekî diwerin,asoyên rojên xweş diyar dibin,deriyê hezarên rêya li pêşiya çareserkirina mafê miletan vedibin,niha va dadmendiya civakî pêktê û rê li ber rastiya mafê mirovan serast dibê .pêr serxwebûna Teymor Alşerqiyê bû,duhî ya Kosova bû,va îro Başûrê Sodanê rizgar bû,sibe dora Kurdistanê ye.pîrozbê li gelê kurdistanê serxwebûna Başûrê Sodanê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…