Sûriye ya taybet, nûjen dibe

Qado Şêrîn

Hefteya sisiyan e ku xwepêşandan û çalakiyên azadiyê li Sûriyê berdewam in. Serhildana ku ji Deraa dest pêkir û li gelek bajar û bajarokan belav bû, taku giha bajarên kurdan Qamişlo û Amûdê, hestiyê rêjîmê dikeritîne. Bi dehan çalakvan bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuştin.
Sûriyê wek welat bi her tiştî taybet e, tiştekî Sûriyê wek ê welatên din tune. Ta li ser pelikan jî taybet e. Serok û rêberên Sûriyê bi zimanekî dirêj dibêjin em li dijî Isra’îlê di şer de ne, lê ji 1973an ve li dijî Isra’îlê yek fîşek neteqiyaye, belê herêma herî aram di Sûriyê de herêma sînorê Isra’îlê ye, lê di van rojan de Sûriyê dikare aniyek şer bi Isra’îlê re veke daku xwepêşandanên navxweyî rawestîne û şoreşa boyî rûxandina rêjîmê beravêtî bike.
Serokê Sûriyê bi şêweyekî gelekî taybet bû serok, û di gotina sûndxwarinê de gelek soz dan, yek jî ji wan sozan pêkneanî, ji bo kurdan jî gelek soz dan, lê dîsa jî yek pêkneanî.
Pêncî sal in ku miletê Sûriyê di bin darê zorê û rewşa awarte de dijî, ji mafê mirovantiyê bêpar e, êdî ji mafê wî ye doza azadiyê bike. Lê rêjîm tim ji tawanên genî re amade ye. Eger çûkekî bigre dibêje noker e, mişkekî bigre dibêje gelac û yê din dixwaze perçakî ji xaka welêt veqetîne. Ji ber van tawanên amade gelek kes serî ranakin.
Parlemanê Sûriyê jî taybet e, endamên wî mîna kevirên şeşrengê ne, tenê ji bo çepik û piştgirî û erêkirina pirojeyên serokê Sûriyê û rêjîmê ne, hemû diz û deyûz in. Qaşo parlementer in diruşmeyên koletiyê ji Beşar e bilind dikin. Bi gotina Beşar El Esed a dawî di 30/03/2011an de, gelek caran: – ‘’bi can bi xwîn em bi te re ne Beşar.- Xwedê-Sûriyê û Beşar û bes’’, hatin bilindkirin, Jixwe parlementerek minafiq rabû û ji Beşar e got: ‘’rêberiya cîhana erebî ji te re hindike, gerek tu rêberiya tevaya cîhanê bikî’’.
Rêjîmê her tişt spartiye serokê xwe Beşar, daku ew tenê berpirsê her tiştî be, lê Beşar bîra vê xefk û davê nabe. Her kes ta bi medya li bende Beşar û biryarên wî yên roja pêncşemê dirawestin. Lê ne Beşar û ne jî rêjîma wî dikarin tiştekî bikin, eger ew ên guhertinan bana dê ji zû ve guhertin anîbana, hemû diz û keysebaz in, tenê ew hewl didin milet û çalakvanan bixapînin. Bi guhertinan re ew dê biçin cehnemê.
Bi gumana min rêjîmê dest bi fitne û gelaciyên xwe yên berê kiriye. Ana hewl dide kurdan xwe bi xwe bi hev xîne, her wisa ereb û kurdan bi hev xîne. Bi gumana min rêjîmê berê jî ev kar kiriye

Bi gumana min rêjîm nedikare bê guhertin û ne jî guhertinan bîne, çimkî guhertin dawiya rêjîmê tine. Biryar û miryarên ku derdixîne hemû fen û fût û xapandin in, êdî divê rêjîm ji koka xwe ve rabe û bê rûxandin. Ji bo vê yekê divê tevaya miletê Sûriyê dakeve kolanan. Eger hat û wisa bû rêjîm dê ji Qedafî bêtir Sûriyê wêran bike.
Jonasan RANDIL di pirtûka xwe ya bi navê “Miletek di Perçebûnê de” nivîsandiye: ‘’Tiştên ku Kurd di şer û cengan de bi dest dixînin, di rûniştinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der”. Îca tirsa min ji wê tirsê ye ku kurd di rûniştinên bi rêjîmê re tiştekî nexwazin. Serokeşîr jî qet nabin deng, bang, nûner, daxwiyanî, rêber û nûnerên kurda û ciwanan.
Bi gumana min di rûniştina rêjîmê bi serokeşîrên kurdan re, fitneyek heye. Ew dê kurdan bi hev xîne, her wisa dê kurd û ereban li hev sor bike.
Xwepêşandanên aştiyane daxwaza hemû kurdan e, û di rêbaza hemû partiyên kurdan deye, êdî bo çi partiyên me di dema guhertin û rabûna ba û bahoza azadiyê, bi çalakiyan ranabin?. Eger ew ana tiştekî nekin, bê guman ew ê li derveyî dîrokê bimrin.
Eger raste partiyên kurdan ji bo berjewendiyên kurdan xirecirê dikin, bila hemû bi hev re daxwiyaniyekê belav bikin, û dikarin têde binivîsin; eger rêjîm pirsa kurd bi şêweyekî aştiyane û demuqrat çareser neke, em dadkevin kolanan û 12ê adarê dubare dikin. Bi gumana min ji bo azadiyê tenê ne gereke kurd dakevin kolanan, belê ji bo erêkirina hemû mafê gelê kurd li Sûriyê, bi kêmanî ji bo erêkirina mafê kurdan di destûra welêt de.
Bi gumana min piştgiriya ciwanên kurd bi daxwiyaniyan tenê nabe, eger tevgera kurd di van roj û deman de bi erkê xwe yê dîrokî ranebe, xwe neguherîne, danekeve kolanan ew ê di bermîla gemarê de bi cih bibe.
Piştî xwepêşandanên ciwanên kurd li Qamişlo û Amûdê, hema hema hemû partiyên kurd daxwiyaniyên piştgiriyê derxistin, daku wê çalakiyê bidizin, li şûna ku ew rêberiya ciwanan bikin, mixabin li paş ciwanan bê deng man, û ev têkçûne.
Li dawî çiqasî Sûriyê taybet be, çiqas hêza rêjîm û pênc şaxên muxaberatên nemirovan e, taybet be, dê birûxe. Eger milet rabû û bi berdewamî daket kolanan, lê divê cilên bi pîne yên rêjîmê li xwe neke û neyê xapandin.

05/04/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…