Berzanî û şandeya encûmena niştîmanî kurd li sûriya yê

Ehmed qasim

Bê guman hevdîtina şandeya( E.N.K.S.) bi Berzanî re _ serokê herêma kurdistana Îraqê_ di rewşeke gelekî hûrik û girêkda giringiyake taybet qzenc dikê di gelek babetanda. li hêlekê wekî kurdistanî li bîr û baweriyên hev guhdarî dikin, û li hêleke dinjî kanibin nexşeyeke rêrast ji bo siyaseta kurdî têxne nava pilan û projeya kurdî li ber ronahîya bûyerên teqlane û guhertinên pelpelane
Di wê hevdîtinêda tenê du tiştan bala min kişand, ewjî di baweriya minda tiştên herî giringin ji bo pêşeroja kurdan, ne tenê bo kurdên sûriyayê, lê belê bo duwaroja stiratîcîka hemo perçeyên kurdistanê li ser asta pêşdemî:
1_ wekî ku me ew hevdîtin şopand, ku serok Mesûd Berzanî ne tenê carekê giringî daye ser yekbûna tevgera azadîxwaza kurd, belê dubare û sêbare kiriye, ewjî ji ber dualîye qezenca wê yeketiyê di baweriya minda:
carekê bi hêz darine nav oposisyona erebî, û daxwazên xwe wek daxwazeke rewa nîşan didin, çi ji alîya netewî û çi ji alîya niştîmanîda. û wekî ku kurd netewa diwemînin ji pirnetewên sûryayê, oposisyona erebî nikanê xwe ji ber pêkhatiyan bidê alî, û bê hebûna kurdan di nav oposisyona sûrîda, yanî şoreşa sûriyayê rûyekî yeknifşî û cûre_olî distînê û dikevê ber talokeya bêrewayetî û bêpiştepal dimînê ji yacîya navdewlwtîda.
2_ giringiya diwemîn ji yeketiya şeqama kurdî, ewjî daxwaza Ewropa û Emrîkanane, ji ber ew dibînin ku hevpariya kurdan di avakirina sûriyake demuqratda parastine ji mafên kêmnifş û kêmnetew ra. û yekbûna kurdan li gel yekbûna kêmnifş û kêmnetewan bi alîkariya Ewropa û Emrîka rê li pêş hêzên misilmana siyasî digrin û fileyên navçeyêjî bi wî hawî diparêzin. bawer dikim ku Mesûd Berzanî loma bal kişandiye ser yeketiya kurdan, ew yeka bûye cîyê şêwrê di navbera kurdan û Emrîkanan li yacîkî, û li yacîyê din di nav hukûmeta herêm û Ewropada, li ser wê bingehê serokê herêma kurdistanê şande dû ( E.N.K.S.) bo guftogoyeke zanyarî û gîhandina nameya navdewletî ji kurdanra.
Bawerim ji ( E.N.K.S) tê xwestin yeketiya kurdan bi serî bike, çiku , eger encûmenekî din saz bibê rê dikevê perçebûnê û ( E.N.K.S) berpirsiyar tê dîtin ji ber kêmasiyên ku kirine, bo vê yekêjî, ji wî tê xwestin diyalogeke bê fen û fot bi hêzên dinra vekê û yeketiyê bi serî bikê.
Nivîskar ûsiyasetmedarê kurdê sûriya 

  1/12/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…