Ehmed qasim1_ wekî ku me ew hevdîtin şopand, ku serok Mesûd Berzanî ne tenê carekê giringî daye ser yekbûna tevgera azadîxwaza kurd, belê dubare û sêbare kiriye, ewjî ji ber dualîye qezenca wê yeketiyê di baweriya minda:
carekê bi hêz darine nav oposisyona erebî, û daxwazên xwe wek daxwazeke rewa nîşan didin, çi ji alîya netewî û çi ji alîya niştîmanîda. û wekî ku kurd netewa diwemînin ji pirnetewên sûryayê, oposisyona erebî nikanê xwe ji ber pêkhatiyan bidê alî, û bê hebûna kurdan di nav oposisyona sûrîda, yanî şoreşa sûriyayê rûyekî yeknifşî û cûre_olî distînê û dikevê ber talokeya bêrewayetî û bêpiştepal dimînê ji yacîya navdewlwtîda.
2_ giringiya diwemîn ji yeketiya şeqama kurdî, ewjî daxwaza Ewropa û Emrîkanane, ji ber ew dibînin ku hevpariya kurdan di avakirina sûriyake demuqratda parastine ji mafên kêmnifş û kêmnetew ra. û yekbûna kurdan li gel yekbûna kêmnifş û kêmnetewan bi alîkariya Ewropa û Emrîka rê li pêş hêzên misilmana siyasî digrin û fileyên navçeyêjî bi wî hawî diparêzin. bawer dikim ku Mesûd Berzanî loma bal kişandiye ser yeketiya kurdan, ew yeka bûye cîyê şêwrê di navbera kurdan û Emrîkanan li yacîkî, û li yacîyê din di nav hukûmeta herêm û Ewropada, li ser wê bingehê serokê herêma kurdistanê şande dû ( E.N.K.S.) bo guftogoyeke zanyarî û gîhandina nameya navdewletî ji kurdanra.
Bawerim ji ( E.N.K.S) tê xwestin yeketiya kurdan bi serî bike, çiku , eger encûmenekî din saz bibê rê dikevê perçebûnê û ( E.N.K.S) berpirsiyar tê dîtin ji ber kêmasiyên ku kirine, bo vê yekêjî, ji wî tê xwestin diyalogeke bê fen û fot bi hêzên dinra vekê û yeketiyê bi serî bikê.
Nivîskar ûsiyasetmedarê kurdê sûriya
1/12/2011

Şîrove (0)