Hozanvan û nvîskarê kurd emerê lalê jı dayıkboyê gundê QESIR DELA ye sala 1935 ya dıkevê roj hılatî CIZÎRA BOTA
hatıye naskırın b EMERÊ LALÊ jı ber di biçokatiya wî de bavê wî çoye ber dılovanya xudê jı ber vê egerê bı navê dıya xwe tê naskırın EMER kurê HESENE kurê ISMAÎLE kurê MIHEMEDE dı bınemala xwede jı êla DÊRŞEWE ew jî êlekî bı nav û deng û naskırye dı herêma botan de lı kurdıstana bakur pıştî şıkestına şoreşa ŞÊX SE.ÎDÊ PÎRAN û jı ber îşkence û cır nexweşıya dewleta tırka malbata wî bê çareman û derbasî kurdıstana rojava dıbın û lı gundê EYNDÎWERÊ datînın ya dıkevê ser keva AVA MEZIN (cmê dıcle ) bamberî CIZÎRA BOTA
pıştî çend salekî lı wır dımînın bar dıkın ve û dıçın gundê MEZRA JÊRÎ ew jî gundek xweş û dılgîre dıkevê rojhılatê EYNDÎWERÊ bı dırêjahıya /3/kîlo mıtra ew jî dıkevê ser keva AVA MEZIN ,pıştî çend salekî lı MEZRÊ dımînın bardıkın ve û dıçın gundê TIL XENZÎRA JORÎ lı wır dıçê dıbıstana gund bi zimanê erebî dixwînê ta xola dıduya ,lı TILXENZÎR piştî wê nema kariye xwendina xwe berdewam bikê ji ber hejariya malbata wî û li wir dımînê ta mezin dibê û hevjîna xwe tînê sala /1957/ev ne akincîbon û barkirin ji deverekî bo devera dî encama kawdanên nexweş û hejarî û ne aramiya berê .di sala /1958/ bardikin ve û diçin gundê ZIXATÊ ya dikevê rojhlatî DÊRIKA HEMKO bidirêjahiya /12/ kîlomitra li wir tevlî refên partî dibê di sala /1958/ li ZIXATÊ bi jan û bindestiya miletê xwe dihesê weko mirovekî helî di bîr û baweyên xwede , ji wê bingeha pêkhatî dest bi kar û xebata xwe ya niştîman perwerî dikê û di nav rêzên hevalê xeyê azadîxwazde wek hevalekî bi biryar û têgihiştî û xuyabo , hin bi hin hate naskirin weko endamekî zana û jêhatî di tevger û têkilyên xwede, ji bîr û baweryê xwe û rêça xweya dîmuqratî derneketye hirve wirve neçoye û rast û çep ne pekiye û hê li ser rêbaza barzaniyê nemire. , EMERÊ LALÊ hatiye xuyakirin di derdora xwede encama kar û xebata wîya netewî û niştîman perwerî û civakî û torevanî ji ber vê jî gelek cara hatiye girtin û îşkencekirin di destpêka şoreşa EYLONÊ de bi dehan roj maye zêndanêde û hatiye îşkencedan ji ber bi dehan pêşmerge di mala xwede xuyî kirine û rêkirne şoreşê û birayê wî ji wan kesên pêşîbî tevlî şoreşa EYLOLÊ bî ji kurdên sorî lê tevî zilm û zordariyê jî ne pekî ma xudanê bîr û baweryê xwe xebata xwe berdewamkir , yekemîn helbest nivîsiye di sala /1958/ ew jî li ser vegerana serok barzanî ji ykîtiya sovyet bo kurdistanê eve beşek ji wê helbestêye
ax kurdistan ax kurdistan tu cîhana me kurdanî
xwazgîniyê te pir zorin ew xotên şeng û ciwanî
ger to nekî ji min bawer vaye te dixwazê barzanî
ji wê demêve dest binivîsandina helbestê kiriye bi sedan helbest vehûnane li ser xeml û xêza kurdistanê li ser evîn û jiyanê û liser civakê ,gelek helbestê wî hatine gotin bi deng û awazên hunermendên mezin wek hunermend (M.ŞÊXO -MEHMOD .E.ŞAKIR- -S.GABARÎ- K.ŞÊXO -ŞIVAN PERWER – BILIND IBRAHÎM)û gelek komên filiklorî jî helbestê wî gotine , di sala /1970/biye endamê kongirê niştîmanî ya ku di bin çavdêriya BARZANIYÊ nemir de hate pêkanîn ji bo lihevhatina kurdên sorî di kar û xebata xwede berdewame yek ji wan kesên ku vîstevala helbesta kurdî bi cî kirî li EFRÎNÊ û bi dehan helbestvan birne vîstevalê piştî çend salekî EMER vîsteval anî gundê TILDARÊ bi alîkariya LORÎ TILDARÎ û HUŞYARÊ EMER û di bêhtirîn vîstevalde pişikdar kiriye ,di sala /1997/ encama bûyerekî dil tezên navbera du mirovê wîde çar mirov hatine kuştin, ji ber vê egerê ji gundê ZIXATÊ bardikê diçê gundê MEZRÊ piştî çend heyvekî diçê gundê MÊRGA MÎRA piştî du sala li wir bardikê ve û diçê ŞAMÊ û li wir akicî dibê piştî şeş heft salên ji jiyanek zor û dijwar berê xwe didê kurdistana azad li wir akincî dibê ta îrojî hê li wire
du cara êzga kurdî ya emerîka pêre hevpeyvîn li ser telefonê pêre kiriye .
û çencara êzga kurdî ya dihokê jî pêre hevpeyvîn kiriye
û carekî tilvizyona kurdî jî pêre hevpeyvîn kiriye
pişikdarî bi dehan kongir û vîstevalîn toreanîde kiriye
xelata vîstevala helbesta kurdî wergirtiye disala /2006/
xelata sedayê tîrêj wergirtiye sala /2006/
bi du zimana zanê gotin û nivîsandin kurdî û erebî
sê dîwanê wî hatine çapkirin
1-XEM Û SAWÊR
2-ÇAR ÇIRA
3-TEWAFA YARÊ
4-Helbestek wî heye ji /1520/ malika tê jimartin ev helbest geryaneke di kurdistanê de têde havîngeh û xweşyên kurdistanê û hemî tişta tînê ziman , ev helbest hatiye çapkirin li kurdistanê
5- berhevkirina pirtokekî ji serpêhatiyên kurda
6-çar dîwan hene hê ne hatine çapkirin
7-geleg nivîsandin li ser bilindahiya hemî çiyayên kurdistanê û cihê wa û dirêjahiya hemî çem û avên kurdistanê.
8- nemir ev çend salbûn ku li kurdistana Başûr dijî.
Ji salekê û virve nexwş ketibû û nexweşxaneyê Dihok Hewlêr û Silêmaniyê. Xwe dermandikir Herweha li li Tirkiyê li nexwşxwneyên Istanbol û Batmanê. Paşê berê xwe da nexweşxaneyên Şamê û li wêderê jî qederekê xwe derman kir. Paşê dîsa vegeriya Kurdistanê. Berî du mehan vegeriya başûrê rojava.
Di roja cejna qurbanê 6/11/2011 di demhijêr 6 û 20 xulle de jiyana xwe da xwedanê dilovan û ji nav me barkir.