Hişyar emer lalêHozanvan û nvîskarê kurd emerê lalê jı dayıkboyê gundê QESIR DELA ye sala 1935 ya dıkevê roj hılatî CIZÎRA BOTA
ax kurdistan ax kurdistan tu cîhana me kurdanî
xwazgîniyê te pir zorin ew xotên şeng û ciwanî
ger to nekî ji min bawer vaye te dixwazê barzanî
ji wê demêve dest binivîsandina helbestê kiriye bi sedan helbest vehûnane li ser xeml û xêza kurdistanê li ser evîn û jiyanê û liser civakê ,gelek helbestê wî hatine gotin bi deng û awazên hunermendên mezin wek hunermend (M.ŞÊXO -MEHMOD .E.ŞAKIR- -S.GABARÎ- K.ŞÊXO -ŞIVAN PERWER – BILIND IBRAHÎM)û gelek komên filiklorî jî helbestê wî gotine , di sala /1970/biye endamê kongirê niştîmanî ya ku di bin çavdêriya BARZANIYÊ nemir de hate pêkanîn ji bo lihevhatina kurdên sorî di kar û xebata xwede berdewame yek ji wan kesên ku vîstevala helbesta kurdî bi cî kirî li EFRÎNÊ û bi dehan helbestvan birne vîstevalê piştî çend salekî EMER vîsteval anî gundê TILDARÊ bi alîkariya LORÎ TILDARÎ û HUŞYARÊ EMER û di bêhtirîn vîstevalde pişikdar kiriye ,di sala /1997/ encama bûyerekî dil tezên navbera du mirovê wîde çar mirov hatine kuştin, ji ber vê egerê ji gundê ZIXATÊ bardikê diçê gundê MEZRÊ piştî çend heyvekî diçê gundê MÊRGA MÎRA piştî du sala li wir bardikê ve û diçê ŞAMÊ û li wir akicî dibê piştî şeş heft salên ji jiyanek zor û dijwar berê xwe didê kurdistana azad li wir akincî dibê ta îrojî hê li wire
du cara êzga kurdî ya emerîka pêre hevpeyvîn li ser telefonê pêre kiriye .
û çencara êzga kurdî ya dihokê jî pêre hevpeyvîn kiriye
û carekî tilvizyona kurdî jî pêre hevpeyvîn kiriye
pişikdarî bi dehan kongir û vîstevalîn toreanîde kiriye
xelata vîstevala helbesta kurdî wergirtiye disala /2006/
xelata sedayê tîrêj wergirtiye sala /2006/
bi du zimana zanê gotin û nivîsandin kurdî û erebî
sê dîwanê wî hatine çapkirin
1-XEM Û SAWÊR
2-ÇAR ÇIRA
3-TEWAFA YARÊ
4-Helbestek wî heye ji /1520/ malika tê jimartin ev helbest geryaneke di kurdistanê de têde havîngeh û xweşyên kurdistanê û hemî tişta tînê ziman , ev helbest hatiye çapkirin li kurdistanê
5- berhevkirina pirtokekî ji serpêhatiyên kurda
6-çar dîwan hene hê ne hatine çapkirin
7-geleg nivîsandin li ser bilindahiya hemî çiyayên kurdistanê û cihê wa û dirêjahiya hemî çem û avên kurdistanê.
8- nemir ev çend salbûn ku li kurdistana Başûr dijî.
Ji salekê û virve nexwş ketibû û nexweşxaneyê Dihok Hewlêr û Silêmaniyê. Xwe dermandikir Herweha li li Tirkiyê li nexwşxwneyên Istanbol û Batmanê. Paşê berê xwe da nexweşxaneyên Şamê û li wêderê jî qederekê xwe derman kir. Paşê dîsa vegeriya Kurdistanê. Berî du mehan vegeriya başûrê rojava.
Di roja cejna qurbanê 6/11/2011 di demhijêr 6 û 20 xulle de jiyana xwe da xwedanê dilovan û ji nav me barkir.

Şîrove (0)