Sibehên esmera Farqînî


Demhat Dêrikî
1.Çi sibehek xweş?! Bi ramûsanên barana ji pencerê re ji xewna dilê te şiyar bûm! Na na, gelo ez şiyarim yan hêj rêwiyê xewnê me? Ji her deverê min bêhna buhuştiya wê diforê!Ey yezdan, ev çi stêrka sibehê ye, ev çi bedewbûne hemû sînorên xweşkbûna wêneyên sirûştî derbas dike?! Ev periye, yan şaha periyaye? Ev esmera Farqînî ye, li gel bêhna qewhwê, diyarî min dike gulkenên rojbaşiyê!
2. Çi sibehek xweş?! Bi dengê dilê te yê ku li dergehê dilê min xist, ji xewna romana te ya evînê, derbasî nava bêhna qehwa te bûm! Na, bêhna binkiraskê te û bêhna qehwê her ew xwendina romanê bû! Her ew canê esmerî bû ku bêhna yasmînên Şamê di nava pora rengşevî de, di nava sêvên xwe yê berwarî de, di nava çavên xwe yê zeytûnefrînî de dikir rûpela dawî û tu dibûyî rûpela yekê ji destana Derwêşê Evdî di nava cengevîna sibeha dilê min de. Sibha te bi xêr esmera Farqînî!

3. Çi sibehek xweş?! Esmera Farqînî, sibehek din bi dengê te yê ku balkêşiya sibehên dengê Feyrûzayê û awaza kemana Ferîd ê farisî ji dilê min dide koçberkirin, li ser sibehnameyên min bi gulvedana rûkê te, rûpelek din ji bêhna beybûn û nefelê, tevlî çîroka evîna sibehên te dibe…û tu min hembêz dike, dîsa bêhna qehwa ji destê te difore û çêja ramûsanên ji lêvên te yê sorgulî di navbera lêvên min de, silavê dide guldêmên te!

4. Çi sibehek xweş?! Sibha te bi xêr ku bi çemên buhara dilê xwe çavên min di nava sing û berên xwe yê zozanfereşînî de vedike!..ey yezdan, vê sibehê ji dengê cokherkîna dilopên kirîstal ku li ser canê wê li dora kulilikên sorî bi aramiya zarokek diherikî, û bi bayê heneseyên wê, kulilikan, lêvên min di peresetgeha ramûsanên xwe de dibirin geriyana canbuharistana wê!..Dubare, di nava bêhna sibeha wê a ji nêrgizan de, dibûm evîndarekî din ji sibehên wê!..Ma hêj çi bibêjim esmera Farqînî!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…