Evîna Payîzî


Inge Dreyer/Îngê Direyer
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî

Ewr giran in
Li daristan û ser rêyan.
Gul û belge
Li ser baranê digirîn
Cîîhan xemê dikișîne
Belê hemî bextewerî
reviyan
û bi hev re di nava min de —
der bû
Hinavê min
bi germahiya te
hate dagirtin?
Her tișt baș e.
Ez li nik te me.

TU
Dema îro êvarê
piștî çend rojên bendewariyê
di nav xemnakî û mijê de
ji awiran
Tîrêjeke rojê da der,
Min hizir kiribû:
Tu.
û ji nișka ve her bû her tișt
ronahî da her derê.
pizrûkên baranê
bi xweșî diçirisin,
jiyan bi min re
bi bizanebûn
digirnije.

zu.
Navenda Bajêr
Li navenda bajêr,
ji dema ez nexweş ketibûm
ji tirsa li ser te,
Dizanim,
dilovanî çi ye.
Ji dema ji bo jiyana te
şer dikim
dizanim,
evîn çi ye.
Ji dema tu
Careke din li ba min î
Min navend a xwe
dît.

Inge di sala 1933 de, li Berlin ji dayîk bû. Mamosteya erdnîgarî û elmanî bû.
Di
37saliya xwe de, bo rêvebira herî biçûk li Berlin. Ji ber êșa wê ya
giran, di temenê 44 salan de, xaneneșîn bû. Hevjînê wê Dieter Lücke,
têkilî di navbera wê û weșanxaniya M.U. N-Bosche çêkirin. Di destpêkê
de, berhevokek helbestan weșand û di pey re, hinek weșanxaneyên din
hinek Pexșan û helbestên wê çapkirin. Wê efsane jî dinivîsîn û bi xwe
montîvên wan nexșe dikirin û alîkariya zarokan dikir.
di sala 2014an de, li Berlin wexer kir.

…………………………………………………………………………………………………..

Deqê Elmanî
HERBSTLIEBE
Inge Dreyer
Schwer liegen Wolken
auf Wald und Wegen.
Blüten und Blätter
weinen Regen.
Es trauert die Welt.
Denn alles Glück
entfloh
und strömte zusammen —
in mir
und füllt mein Innen
mit heißem Du:
Alles ist gut.
Ich bin bei dir.

DU
Als heute Abend
nach Tagen des Wartens
in Trübsal und Nebel
aus den Wolken
ein Sonnenstrahl brach,
da dachte ich:
du.
Und plötzlich ist alles
licht ringsum.
Die Regentropfen
erglänzen vor Freude,
das Leben lächelt
mir wissend

IM ZENTRUM
Seit ich erkrankte
aus Angst um dich,
weiß ich,
was Mit-Leid ist.
Seit ich kämpfte
um dein Leben,
weiß ich,
was Liebe ist.
Seit du wieder
bei mir bist,
hab ich mein Zentrum
gefunden.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…